Kurdên Swêdê rejîma îslamî ya Îranê recimand!

Kurdên Swêdê rejîma îslamî ya Îranê recimand!

Kurdên Swêdê rejîma îslamî ya Îranê recimand!

A+A-

Di 7.07. 2016ê de bi amadekariya rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li Stockholmê li ber Parlamentoya Swêdê,  xwepêşandanek li dijî  êrîşên hovane yê Komara Islamî ya îranê yên li ser Kurdistanê li dar ket.

Xwepêşandan bi sirûda Kurdistanê Ey Raqîb û rêzgirtina şehîdan dest pê kir.  Li ser navê komiteya amadekar axaftin bi kurdî,swêdî îngilîzî hatin kirin.

Li ser navê Komîta HEVKARÎ ya hêzên Kurd û Kurdistanî li Swêdê Nihat Akar  daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de weha hate gotin: "Em bang li miletê kurd li her çar aliyên kurdistanê û hemû hêzên kurdistanê û hêzên astîxwaz yên cîhanê dikin ku ew li dijî vê êrîşa hov a rêjîma kevneperest ya îranê rawestin."

Komiteya amadekar nameyek teslimî Wezareta Derve ya Swêdê kir.

(R.K)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum