Kurdên Rojava ji bo kesayeta salê ya kovara TIME berbijêr in

Kurdên Rojava ji bo kesayeta salê ya kovara TIME berbijêr in

Kovara Time ya Amerîkayê ku her sal kesayetê/a salê destnîşan kir, îsal jî navê berbijêrên ji bo kesayeta sala 2019an belav kirîye û Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî yek ji berbijêrên nava lîsteya îsal a vê kovarê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ji bo destnîşankirina kesayetê/a sale kovara Time a amerîkî lîstek ku ji 100 berbijêran pêk hatîye belav kirîye û daxwaz ji xelkê kirîye, ku bi dengdanê kesayetê/a yekem a sala 2019 dîyar bikin.

Kovara Time nivîsîye: “Divê kê bibe kesayetê/a sala 2019 a Time? Em dixwazin guhê me li we be. Deng bidin bo wî kesê yan grûpa xelkê ku mezintirîn bandor li ser bûyerên sale hebûye, êdî eger baş bûbe yan jî xirab.”

Di lîsta xwe ya îsal de, kovara Time ya amerîkî Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî weke yek ji 100 berbijêran dîyar kirîye û ji bo nasandinê wêneyeke şervanên HSDê belav kirîye.

Di nava berbijêran de herwiha Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî heye ku bi biryara wî artêşa Tirkîyê tevî grûpên cîhadî yên tundrew êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirîye.

Herwiha navê serkirdeyên din ên cîhanê yên weke, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîrê Kenedayê Justin Treudue, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Şêwirmenda Almanyayê angela Merkel, Rêberê Komara Îslamîya Îranê Elî Xaminêyî û Serokê Çînê di lîsteyê de ye.

Tevî wan kesayetan, navê çend grûpên cîhanî jî di nava berbijêrên Time de ne, ku ji wan jî koçber, xwepêşanderên ji bo parastina keşûhewayê, xwepêşanderên Honkong û çend komên din hene.

Time dibêje, di hefteya yekem a meha bihê de serkevtîya rapirsîyê dê were ragihandin û roja 11ê meha Kanûnê jî dê kesayetê/a sale aşkere bikin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin