Kurdên Qazaxistanê Xelata “Kesayeta Salê” dane Narîn Nadîrovayê

Kurdên Qazaxistanê Xelata “Kesayeta Salê” dane Narîn Nadîrovayê

Banker û aktîvîsta kurd Narîn Nadîrova, li seranserê Qazaxistanê di nav kurdan de weke "Kesayeta Salê" hatîye hilbijartin û hatîye xelatkirin. Nadîrovayê got ku ew serbilind e bi vê xelatê.

A+A-

Ferid Demirel

Banker û aktîvîsta kurd Narîn Nadîrova, li seranserê Qazaxistanê di nav kurdan de weke "Kesayeta Salê" hatîye hilbijartin û hatîye xelatkirin. Ev xelat ji hêla hemû beşên Asambleya Kurdên Qazaxistanê ango Yekitîya Kurdên Qazaxistanê ve bi pirs û dengdana kurdên wan beş û bajaran tê dayîn. Xelat her sal tê dayîn, lê cara yekê ye ku jinek dibe xwedîya vê xelatê.

Xelat duh li bajarê Alma Atayê, bi merasîmekê, di hizûra gelek kes û serkirdeyên Qazaxistanê de, ji hêla Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîmê Serokê Kurdên Qazaxistanê ve hatîye dayîn.

Di merasîma xelatdayînê de Akademîsyen û Profesor Nadir Nadirov, Ezîzê Zîyo Bedirxan, Ezîmê Şemo jî tê de; gelek endam, serkar û berpirsîyarên Asambleya Gelên Qazaxistanê û Asambleya Kurdên Qazaxistanê jî beşdar bûne.

Berîya niha kesên weke Şîrînê Elî, Ezîzê Zîyo Bedirxan û Ezîmê Şemo hêjayî xelatdayînê hatibûn dîtin. 

Narîn Nadîrova di sala 2016ê de jî weke "Bankera Salê" hatibû hilbijartin û xelatdayîn. Nadîrovayê her weha di sala 2017ê de xelata "Yekîtîya Gel a Qazaxistanê" wergirtibû.

Narîn Nadîrova: “Ez gelekî serbilind im”

Narîn Nadîrovayê ji bianetê re got ku ew serbilind e ji ber dayîna vê xelatdayînê û wiha berdewam kir:

“Ji ber ku min layîqî vê xelatê dîtin û ez weke 'Mirova Salê ya 2019ê' hatim hilbijartin ez gelekî serbilindim. Ji bo vê xelatê li seranserê Qazaxistanê kurdan dengên xwe dane. 6 an jî 7 berendam hebûn. Mirovên gelekî navdar beşdar bûbûn. Dengdan veşartî têkirin. Li seranserê Qazaxistanê deng didan. Ji bo min jî suprîzeke mezin bû ku ez hatim hilbijartin. Ez gelekî serbilind im û kêfxweş bûm. Spas dikim. Ji bo layiqî wan xelatên gelê min didin min, ez ê her tiştî bikim.”

Derbarê Narîn Nadîrovayê de

Narîna Kinyazê Hemîd ango Narîn Nadirova 20 sal in ku li bajarê Alma Atayê karê fînans û bankegerîyê dike. Narîn Nadirova piştî xilaskirina zanîngehê dest bi kar kirîye. Nadirova xwendina xwe li du zanîngehan kirîye. Yek jê Unîversîteya Neteweyî ya Qazaxan (Kazakh National University) e. Di vê zanîngehê de şeş salan di Beşê Bîyolojîyê de xwendîye. Xwendina xwe ya din jî çar salan li Beşê Fînans û Bankegerîyê ya Akademîya Aborîyê de kirîye. Nadirova li "Home Credit Bank Czech Republicê" di dereceyeke bilind de kar dike ku ev banke li Dewleta Çekîyayê bankayeke navdar e.

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin