Kurdên li Izmîrê eleqeyaka germ nîşanê Konferansa Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxebûnê dan!

Kurdên li Izmîrê eleqeyaka germ nîşanê Konferansa Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxebûnê dan!

Konferans ji alîyê Însîyatîfa Îzmîrê ya piştgirîya referandûma serxwebûnê ve hate organîze kirin.

A+A-

Li Îzmîr a Bajarê Tirkîyeyê Konferansa Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxebûnê.

Li Îzmîr a bajarê Tirkîyeyê li Hola Konferansê ya Atakuleyê, roja 09.09.2017an, Konferansa Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxebûnê hate li dar xistin.

Konferans ji alîyê Însîyatîfa Îzmîrê ya piştgirîya referandûma serxwebûnê ve hate organîze kirin.

insiyatif-izmir.jpg

Endama Însîyatîfâ Îzmîrê Janya Acar Modaretorîya civînê kir.

Civînê li gel  sirûda netewî ''Ey Reqîb''ê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik,Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek,Serokê Giştî yê ÖSPyê Sinana Çiftyürek û Akademisyen Yaşar Abdülselamoğlu weke panelîst beşdar bûn.

Konferans ji du beşan pêk hat. Di beşa yekemîn de panelîst axaftin; di beşa duyemîn de jî pirs û bersîv hebûn.

Konferans bi mustewaya beşdarîyê, bi axaftinên hate kirin û bi eleqeya germ ya beşdaran, Konferanseke berhemdar bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin