Kurdên kakeyî cejna Remezanê li kurdên misilman pîroz dikin

Kurdên kakeyî cejna Remezanê li kurdên misilman pîroz dikin

Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê, kurdên misilman û kakeyî cejna Remezanê li hev pîroz kirin.

A+A-

Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê, kurdên misilman û kakeyî cejna Remezanê li hev pîroz kirin.

Îro yekemîn roja cejna Remezanê ye û tevahiya misilmanan bi kêf û şahî cejna xwe pîroz dikin.

Li bajarê Helebcê jî çandeka bedew ya pêkvejiyana ayînî heye, ji ber wê jî kurdên kakeyî diçin mala kurdên misilman û pîrozbahî li wan dikin.

8-1.jpg

Asî Fayîq, kesekî kakeyî ye û li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, em çûn malên birayên xwe yên misilman û me cejna Remezanê li wan pîroz kir. Me xwast em mînakeka baş ya pêkvejiyanê nîşanî her kesî bidin.

11-018.jpg

Esfendiyar Mihemed jî kesekî misilman e û li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, bi rastî em gelekî şa bûn dema me dît birayên me yên kakeyî hatin cejna Remezanê li me pîroz kirin. Em gelekî ji hev hez dikin.

Kaynak- BasNews 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin