Kurdên dîyaspora bo piştevanîya gelê kurd li Rojhilat kom dibin

Kurdên dîyaspora bo piştevanîya gelê kurd li Rojhilat kom dibin

Kurdên li Ewropa xwe amade dikin bi xwepêşandanên mezin piştevanîya gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Xwepêşandan û berxwedana gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê her wiha gelên Îranê li dijî rêjîma îslamî ya Îranê, ku ev çend roj in dest pê kirîye, didome. Heta niha gelek kuştî û birîndar hene û gelek kes jî hatine girtin.

Kurdên ku li Ewropa dijîn, xwe amade dikin roja çarşemê (20 vê mehê) li bajarên London (Brîtanya) û Yotoborî (Swêd) li ber balyozxane û konsolxaneya Îranê kom dibin û nerazîbûna xwe li dijî zilma komara îslamî li ser kurdan û piştevanîya xwe bo gelê kurd li Rojhilat nîşan didin.

Organîzatorên wan çalakîyan bi belavkirina belavokan daxwaz ji kurdan û dostên kurdan kirine roja çarşemê li wan bajaran kom bibin.

Li gorî amarên ne fermî, ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha herî kêm 35 kes li Rojhilat ji alîyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin