Kurdên Anatoliya Navîn piştgirîya refarandumê dikin

Kurdên Anatoliya Navîn piştgirîya refarandumê dikin

Sê dezgehên Kurdên Anatoliyê beyaneke hevpar dan: Serxwebûn dê bextiyarî û nasnameyeka netewî di nav kurdên Anatoliê de jî bi hêztir bike û bawerîyeka xurt li cem wan peyda dibe!

A+A-

Koma hevkarên Bîrnebûnê, Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn li Swêdê û Komela Ziman li Almanyayê roja 12ê îlonê 2017an bi beyanek hevpar dan û piştgiriyê dan referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê. Beyan wek li jêr e:

”Referandum li gelê kurd pîroz be!

Îro li ser ruyê dunyayê xelkê herî mezin kurd in ku bêyî dewlet mane.

Kurdan ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pir bedêlên giran dane, derbider bûne û ev pêvajo mixabin hîn berdewam e.

Referanduma ku dê li başûrê welêt di 25ê payîza pêşîn de dibe em pir pê dilşa ne û me hêvî heye.

Ev deskeftin û ev serkeftin ji bo me hemû kurdan e.

Û eva dê bextiyarî û nasnameyeka netewî di nav kurdên Anatoliê de jî bi hêztir bike û bawerîyeka xurt li cem wan peyda dibe!”.

Bîrnebûn kovareke hêja li ser jiyan, çand û berhemên kurdên Anatatoliya Navîn e. Ev e 20 sal e kovar peryodîk derdikeve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin