Kurdek li Novodevîçîyê

Kurdek li Novodevîçîyê

Li tenişta wan Kurdek hatîye veşartin ku gelek kes tenê bi paşgira wî ya Kirmaşanî nasnameya wî ya neteweyî nas dikin. Kesekî ku karekî zêde bo Îran û zimanê farsî kir.

A+A-

 

Novodevîçî goristaneke dîrokî û pir naskirî ya Rûsyayê ye ku li navenda bajarê Moskova paytext dikeve. Ji sedsala 16an ve mirî li wê goristanê tên veşartin, lê ji sala 1904an ve bû goristana veşartina kesayetîyan. Ew goristan menzila hertimî ya gelek kesên dîyar ên cîhanê ye wek Kruşçev, Yeltsin, Çexov û Nazim Hikmet.

Navenda Nûçeyan - Li tenişta wan Kurdek hatîye veşartin ku gelek kes tenê bi paşgira wî ya Kirmaşanî nasnameya wî ya neteweyî nas dikin. Kesekî ku karekî zêde bo Îran û zimanê farsî kir. Li derveyî cîwarê xwe jî, rola wî di netewekirina gelekî din û dirustkirina dewletê jê re de hebû. Ji kesên cîhanê yên yekem bû ku li derveyî welatên xwe, gihiştin pileya bilind a wezîrîyê, lê ji gelê xwe re tenê navdarîya kesayetîyeke pêşverû li dû xwe hişt.

11-024.jpg

Ebulqasimê Îlhamî sala 1887an li Kirmaşanê ji dayik bû. Bavê wî di warê aborî de destkin bû, lê li gor wê çaxê xwedîyê bahola şiîrê ya zengîn bû û rênîşanderîyên şair nîşanî kurê xwe da. Ji hezkirina şairê naskirî yê îranî Fîrdewsî, navê kurê xwe kir Ebulqasim. Ebulqasim di şiîra farsî de kûr bû, lê tenê di çend salên yekem ên jîyana xwe ya wêjeyî de, da ser rêka bavê xwe ku şiîra olî û îrfanî bû, paşê tev li rêbaza çep û cîhanî ya komunîzmê bû.

Bavê helbesta nû ya farsî

Di destpêkê de Ebulqasimê Îlhamî bi navê Mîrza Ehmedê Îlhamî berhemên xwe yên şiîrî belav dikir. Paşê nasnavê xwe yê şiîrî dike “Lalo” (bi zarava Kelhûrî tê maneya xalo) Lahûtî û di dawî de, li ser Ebulqasimê Lahûtî disekine.

Ne dîyar e wî ji kengî ve û ji bo çi paşnavê xwe ji Îlhamî kir Lahûtî, lê ne dûr e ew nasnav girêdayî wê dabeşkarîyê be ku di îrfan û felsefeya îslamî de bo cîhanê tê kirin û bi ser çar qatên nasût, melekût, ceberût û lahût de dabeş dikin. Sê qatên yekem girêdayî vê cîhanê ne û qata dawî têkildarî cîhana afirîner e.

12-021.jpg

Bi ciwanî li ser şêwaza şairên klasîk helbestên îrfanî got û di çapemenîyên wê çaxê yên Îranê de belav kir. Ew paşê di kitêba bîranînên xwe de bi navê li ser şiîrên serdema ciwanîya xwe dibêje, wê çaxê pir naşî bû û berhemên wî hemû çavlêkirineke xerab li mamosteyên mezin bûn.

Lahûtî bo kar an bi dû xwestekên xwe de, bi ciwanî ji Kirmaşanê diçe Tehranê. Çûna wî bo Tehranê di serdemekê de bû ku hewla sînordarkirina desthilata paşayên Qacar li holê bû û bandora atmosfera wê demê bi temamî li ser helbestên paşê yên Lahûtî dîyar e. Şiîrên wî yên paşê di warê naverok û şêwazê de rastî gelek guherînan hatin. Lahûtî ji kesên yekem bû ku ji norma klasîk a şiîra farsî veqetîya û bi şêweyê nû şiîr nivîsî.

Lewma hinek kes Lahûtî wek bavê şiîra nû ya farsî dinasin, li şûna Nîma Yûşîc. Herwiha wî di serdema meşrûtîya Îranê de ligel Mîrzadeyê Işqî, Arifê Qezwênî û Feruxê Yezdî şiîr kirin keresteyek bo dijayetîya zêdegavîya desthilata paşayetî ya Qacaran û zimanê komedî û tinazpêker tê de bi kar anîn.

Piştî bûyereke kuştinê bû komunist

Lahûtî li Tehranê wek kar dibe jendirme, lê ev kar bi temamî rêçika jîyan û fikra wî diguhere. Wî bi xwe di bîranînên xwe de nivîsîye, bi handana xizm û kesûkarên xwe li Tehranê sala 1904an tev li nav jendirmeyan bû. Piştî 8 salan pileya sultanî werdigire û dibe berpirsê navendên jendirme li ser rêya Qum û Kaşanê. Li wir tê tometbarkirin ku bacê ji şênîyên wan herdu bajaran distîne û li ser vê tometê jêrdestekî xwe dikuje.

14-012.jpg

Mela û kesayetîyên mezhebî yên Qumê li Tehranê gilîname li dijî wî tomar kirin ku bû ûştê desteserkirin û guhastina wî bo girtîgeha jendirmeyan li Tehranê. Ew jî direve û diçe Kirmaşanê. Xwe li wir vedişêre ta nûçe digihîyê ku ew bi îdamê hatîye mehkûmkirin. Ew bi xwe dibêje vê bûyerê bandoreke mezin li ser nerîna wî derbarê ol û pêşrewşên olî kir û dibêje ji qehra wan xwest navê Lahûtî ji ser xwe rake. Her çiqasî nefsbilindîya wî rê nedayê, lê soz da xwe ku li dijî ol û melayan derkeve. Piştî biryarê diçe Xaneqînê. Ji wir jî diçe Mûsil û Helebê û di dawî de digihe Stenbolê. Li wir wek dibêjin “baregeha dadperwerîya sosyalîzmê maçî kir û bawerî bi komunîzmê anî.”

Lahûtî ew guherîna hizrî bir nav helbestê jî. Di edebîyata farsî de nasnavê şairê proletarya bi Ebulqasim Lahûtî hat dan. Yekem kes bû ku têgihên çînayetî di helbesta farsî de bi kar anî. Yekem kes bû jî ku helbesta sirûda înternasyonal kir farsî ku sirûda cîhanî ya karkeran e. Şair û nivîserê naskirî yê îranî Ehmed Şamlû piştî Lahûtî ew sirûd kir farsî, lê werger û navdarîya Şamlû jî nikaribû cilkê ji bin pîyê wergera Lahûtî bikişîne.

Piştî çend salan ji mana li Stenbolê, bi navbênkarîya kesekî xwedîşan di nav desthilata Qacar û Pehlewî de bi navê (Muxbir el-Seltene) hikûmeta Îranê Lahûtî efû dike û Lahûtî vedigere. Piştî vegera xwe pêlekê diçe Kirmaşanê. Li wir li jêr bandora wê guherîna hizrî, Lahûtî sala 1917an yekem rojname li Kirmaşanê bi navê Bêstûn çap û belav dike. Herwisa partîyek bi navê “Fîrqeya Karker” li Kirmaşanê dadmezrîne, lê paşê diçe ser pîşeya xwe ya jendirmetîyê, bi pile û payeya xwe ku hebû û li Tewrêzê erk dispêrinê. Her di wê demê de dibe endamê Partîya Komunist a Îranê ku sala 1920an ji hêla Heyder Emûoglî li bajarê Bender Enzelî li bakurê wî welatî hat damezrandin.

15-012.jpg

Li Moskowê dibe cîgirê Maksîm Gorkî

Piştî derbeya sala 1921ê li Îranê û bidawîhatina desthilata Qacaran li wî welatî, hikûmeta Îranê ku piştî Şerê Cîhanî yê Yekem tenê desthilata Tehranê di dest de mabû, hewl da desthilata xwe vegerîne navçeyên din. Karî dawî li şoreşa Xorasanê bîne û bizava cengel li bakurê Îranê ji derb bixe, lê li Rojhilatê Kurdistanê li hember tevgera Kurd bi serokatîya Smayil Axayê Simko şikest xwar.

Di wî şerî de birayekî Lahûtî bi navê Ebulhesen ku di rêza jendirmeyên îranî de bû hat kuştin, lê serketina kurdan li ser hêzên Qezaq û jendirmeyên Îranê, çend efser han dan ku li dijî desthilata Tehranê serî hildin.

Ebulqasimê Lahûtî ku pileya wî ya sertîpîyê hebû, dibe serdesteyê wan û di 30.01.1922an de dest bi ser Tewrêzê de digirin. Ew şoreş di dîroka konevanî ya Îranê de wek Şoreşa Lahûtî Xan tê nasîn. Piştî kontrolkirina Tewrêzê, jendirmeyên şoreşger dixwazin ber bi Tehranê ve herin, lê ji ber êrîşa hêzeke Azerên Erdebîlê ku ji bo talan û şêlandinê berê xwe dabûn Tewrêzê, plan têk diçe. Artêşa Îranê êrîş dike Tewrêzê û Lahûtî û hin efserên hevalên wî terka bajêr dikin û berê xwe didin Sovyetistanê.

Ew di 14.02.1922an de Çemê Arasê derbas dikin û li wir qonaxeke nû ya jîyana Lahûtî dest pê dike. Dibe endamê Partîya Komunist a Sovyetê û pêlekê wek efser wî dişînin deverên sînorî, lê paşê diçe Moskowê û li wir dibe endamê Rêxistina Nivîserên Sovyetê û dibe cîgirê Maksîm Gorkî.

Sedredîn Eynî ji kuştinê rizgar kir

Sala 1925an moletê ji Partîya Komunist a Yekîtîya Sovyetê werdigire da here Tajîkistanê û li wir bijî. Di wê demê de serkirdên Tajîk wek Sedredîn Eynî, Mihemedîn Ov û Ebdilrehîm Hecî Bayov nû karîbûn Moskowê razî bikin ku Tajîk neteweyeke cuda ji Tirk û Ozbek in û dikirin di şerê dirustkirina dûgela Tajîkistanê de bibin. Lahûtî ligel xwe amûreke çap û belavkirinê wek dîyarî dibe Tajîkistanê ku bi gotina Serokê Yekîtîya Nivîserên Tajîkistanê Nîzam Qasim “Wê çaxê amûra çap û belavkirinê bo Tajîkistanê ji çîyayê zêr giringtir bû.”

Piştî ku giha şarê Dûşenbê, Lahûtî jî ligel Eynî û rêhevalên wî dest dide netewesazî û belavkirin û aramkirina têgihên wek neteweya Tajîk, zimanê Tajîkî û edebîyata Tajîkî. Piştî 4 salan her tişt bo serxwebûna Tajîkistanê amade bû û di 1929an de wek Komara Sosyalîst a Tajîkistanê hat naskirin.

Piştî serxwebûnê, Lahûtî şiîra sirûda niştimanî ya Tajîkistanê nivîsî û bû serokê akademîya zanistî û wezîrê çand û hunera wî welatî. Pêşxistina zanistî ya çand û hunerê, danîna bingehên şano û muzîkê, handana nivîseran û herwisa berfirehkirina çap û belavkirina çapemenîyên Tajîkistanê berhema wê serdema jîyan û têkoşîna Lahûtî ne.

Aramîya dûgela Tajîkistanê pir bi xwestina wan kesan nabe ku di damezrandina wê de roleke mezin lîstin. Di sala 1937an de Sedredîn Eynî bi plana pan-tirkan dikeve ber êrîş û rexneya desthilatdar û dezgehên emnî yên Tajîk û Rûsyayê û heke Ebulqasim Lahûtî neçûya ba Rêberê Sovyetê Joseph Stalin û daxwaz jê nekira canê Eynî rizgar bike, ew ê jî biketa ber wê pêla îdamê ku wek serdema terora Stalin navdar e. Navê Eynî niha di rêza pênc qehremanên niştimanî yên Tajîkistanê de ye. Lê heke bihata îdamkirin dibe ku navê wî wek nepak û xayin derketa.

Li jêr bandora rewşa konevanî û emnî ya Tajîkistanê, Lahûtî vedigere Moskowê, lê ew bi xwe dibêje ku vegera wî ne bi xwestina wî bû.

Sê helbestên wî bi kurdî hatin dîtin

Dehsalîya dawî ya jîyana Lahûtî li Moskowê, serdema bêhnvedan û berhevkirina hinek berheman û nivîsîna bîranînên wî ye bi navê (Jîyana Min). Di wê serdemê de jî guherîn nehatîye ser bawerîya Lahûtî derbarê welat û gelê wî. Di wê demê de ku li Mihabadê ala Komara Demokrat a Kurdistanê hat hildan, ew li Moskowê bi nivîsîna helbestan ji bo Îranê daketibû. Yek ji helbestên wî ku hevdem ligel dirustbûna Komara Kurdistanê û bi maf gihîştina beşek ji welatîyên wê gotîye, bi zimanê farsî ye bi navê (Welatê min). Ev bîr û bawerîya wî her ji destpêkê ve di berhemên wî de dîyar e.

Ta niha sê helbestên Lahûtî bi zimanê kurdî hene. Di yekê ji wan de ku sala 1919an di Kovara Jîn – çapa Stenbolê de hatîye weşandin, bang li kurdan dike ku ji welatê xwe hez bikin û hewl bidin mafên xwe bi dest bixin û dibêje: “Ey miletê Kurd! Rabe ev xew û razan xerab e! Pêxember gotîye: Hezkirina welêt ji îmanê ye.”

Lê her di wê şiîrê de şîretê li kurdên Rojhilatê Kurdistanê dike ku hewl nedin ji Îranê cuda bibin û dibêje: “Îran welatê kurdan e û Kurd miletê Îranê ye. Neyarî ligel axa welêt rezîlî û xerabî ye!”

Herwisa kurdên jêr desthilata Osmanî jî han dide ku axa xwe bixin ser axa Îranê: “Kirmanco! Hadê îlhaq bi Îranê bike axir, dest wextê ku mulheqî wetenê xwe bî, qeşeng e!”

Her çiqasî Lahûtî bi vî rengî li mafên gelê xwe mêze kir, lê ji ber hebûna hizra pêşketî û wek kesayetîyeke serketî ya Kurd, di nav xwendewar û lêkolînvanên Kurd de cihê rêzê ye. Lahûtî di alîyê însanî de xwedî hizrên pêşketî bû. Xelk han dida xwe pêş bixin û modern hizr bikin. Çend şiîr derbarê mafên jinan hûnand û ew gurr kirin li dijî serkutîya mafên xwe rabin ser pîyan.

Lahûtî di Newroza 1957an de, di 70 salîya xwe de li nexweşxaneyeke Moskowê wefat kir û li goristana Novodevîçîyê hat veşartin. Niha ew goristan bêtir wek cihekî geştyarî tê nasîn ku xelk bo çûna ser mezarê kesên naskirî yên goristanê, serdana wir dikin.

Wî hemî temen û şîyana xwe ji bo xizmetkirina Îranê bi kar anî, lê ji bilî ku em wî wek şairekî farsî-ziman binasin û çend berhemên wî li wî welatî bên weşandin, tiştekî din jê re nehat kirin.

Li Tajîkistanê rêzlêgirtî û li Îranê piştguhxistî

Tajîk ji îranîyan dilsoztir in ji bo Lahûtî. Li ser dîwarê peykerê nivîserên Tajîk, cihekî xas jê re hatîye dan. Avahîya hikûmî ya şanoyê û akademîya dramaya Tajîkistanê bi navê wî ne û li pêşber kevntirîn avahîya şanoyê ya şarê Dûşenbê peykerê Lahûtî hatîye danîn.

Çend kitêb li ser jîyan û berhemên wî hatine nivîsîn. Her sal çend panel û semînerên zanistî li ser berhemên wî tên sazkirin. Xênîyê ku lê dima bûye muze û tiştmiştên wî yên xas hatine parastin. Xelata salane ya Sendîkeya Rojnamevanên Tajîkistanê ku salane didin çêtirîn rojnamevan/nûçegihan li ser navê Ebulqasim Lahûtî ye.

Salane bi semîner û civînan rojbûna wî pîroz dikin. Piştî mirina wî bi 63 salan, şênîyên Tajîkistanê hê wek “Ustad” bangî Lahûtî dikin. Wek rêzekê ku li dahênerê şiîra hevçax a Tajîk û damezrînerê hunera şano û opera li welatê xwe digirin.

Pênûsa şiîrî ya Lahûtî ne tenê ji bo şoreş û konevanîyê xebitîye, lê belê zimanekî wî yê rewan ji bo nîşandana helbestên evîndarîyê jî hebû. Wek şiîra wî ya navdar a “yara bejn zirav” ku ji bo hezkirina law û qîzên devera Mestçahî ya Tajîkistanê hatîye gotin û niha jî hêmayeke evîndarî ye û stranbêjên naskirî yên Tajîk û Afgan ew kirine haveyna stranên xwe.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin