Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin

A+A-

Bi ya hinek nûçeyan Tirkîyê dest bi guhertina demokgrafîya bakur û rojavayê Efrînê kiriye, hîna rastîya vê nûçeyê nehatiye stûvandin (rastandin), lê ev pêngavek bendemayî bû, min di nivîsên xwe yên berê da jî bal kişandibû ser vê metirsiyê, ku Tirkîye dixwaze seranserê tîxûbê xwe ji Kurdan safî bike.

Jixwe, bakurê Kurdistanê ketiye bin bandora asimîlasyonê.

Bêguman, gellek sedemên êrişa li ser Efrînê hene, hinek ji vana pabendin bi siyaseta navxweyî va û hinek jî, girêdayî têkiliyên Tirkîyê bi dewletên dirawse û taybetî, bi Dewletên Yebûyî Amerîka û Federasyona Rusyayê va hene.

Lê bi bawerîya min, Tirkîyê hesabekî stratejîk dike, destpêk Efrîn e, lê paşê Minbic û rojhilatê Ferêt û heta tixûbê başûrê Kurdistanê berdewamîya hesabê Tirkîyê ye.

Hedefa Tirkîyê, wekî berê jî min gotibû, bidestxistina encama modela Srî Lankayê ye, bona vê ger ne hemû herême be jî qet nebe li seranserê tixûbê Rojava di navbera 30 û 50 km’yî da şerîtek heta tixûbê başûrê Kurdistanê û paşê ger kanibe, fêla wê dîyar e ku ew dixwaze heta tixûbê Îranê jî bidome.

Bêguman, ev şîroveya min e ku xwe dispêre fêla dewletê, axaftinên rayedarên Tirkîyê û pêşveçûyên li ser erdê diqewimin.

Wekî we ez jî ji xwe dipirsim, gelo Tirkîyê ewqas bihêz e, ma dikane di cîhana îro da ew amancê xwe bicih bîne?

Mînakên Hatay û Bakurê Qibrisê bifikirin û  bersiva vê pirse di dagirîya Efrînê da ye, ger salekê bere yekî bigota Tirkîyê dê Efrînê dagir bike û demografîya wê biguhere kî/kê bawer dikir?

Ger Tirkîyê ji Efrînê dernekeve kîjan dewlet dê wê neçar bike ku ew ji Efrînê derkeve, ma hiqûka navneteweyî heye?

Di roja îro da, ku hêzên Kurdî him li Başûr û him jî li Rojava li dijî DAEŞê şerekî dijwar kirin û bedêlên giran dan, herweha ger ew têkoşîna qehreman nebûya, taybetî dewletên Ewrupî û bi giştî Cîhana Rojavayê diket bin xeterê.

Bi giştî, neteweya Kurd bedêlek giran da, têkçûna DAEŞê û ewlehîya Cîhana Rojava bi xwîna hezaran law û keçên Kurd bi dest ket.

Mixabin, pêywendî û rewşa navdewletî dişibe salên dema Şerê Sar, dîyar e ev rewşa berberiyê dê li ser maf û hiqûqa navneteweyî bineyênî karîger be.

Di dema salên Şerê Sar da, taybetî di salên 50î û heta 70î da di têkoşîna rizgarbûnê da hinek gelan gellek bedêlên giran dan, ji van gelan yek jî başûrê Kurdistanê bû.

Îro dîsa di navbera DYA û FRyê (bermahîya Yekitîya Sowyetan) da berberî heye, wekî min berê jî nivîsa bû Şerê Sar carek din dest pê dike.

Jixwe sekretere NATOyê Jens Stoltenberg jî dibêje “em naxwazin û herweha me pêdivîya Şerê Sar nîne”, lê ne bi li ser daxwaza wî ye, ji ber di navbera DYA û FRyê sendroma bêbaweriyê heye.

FRyê carek din wekî hêzek cîhanî derdikeve ser dîkê û dixwaze, him li Rojhilata Ewrupa, bomînak li Gurcîstan, Ukrayna û Qirim, him jî li Rojhilata Navîn desthilata hêza xwe diselmîne.

Di vê berberiyê da, herweha di parvekirina dewlemendiyên herêmê û hewldana desthilata xwe bicih kirinê da, bi giştî Kurd û îro Efrîn wekî qurban hat hilbijartin.

Rûxandin, xwîn, wêranî ne girîng e, taybetî bona FRyê ya girîng ev e, ku li herêmê bicih bibe û li dijî DYAyê li ser Kurdan ra şerê xwe bidomîne.

Mixabin, îro Kurd di navbera DYA û FRyê pêger in, ne kirde.

Binirin wezîrê dervayê FRyê Lavrov dibêje çi; “Li Suriyê guhertina rejim, fêla damezrandina hinek xweserîyan heye ku ew dê di bin bandora hinek aktorên derveyî da bin. Lê ev li dijî pêvejoya Astana ye. Bawerim, ku sekna me ya dîrokî rast e.”

Heçkû, em û hemû cîhan dibinin, ku Rusyayê parek ji axa Suriyê pêşkêşî Tirkîyê dike, dîrok dê çawa vê helwesta bêyom nebine.

Mebesta wî Kurd in, jixwe çend caran gotibû, ku DYAyê Kurdan han dide û ew jî Tirkîyê li dijî Kurdan pîj dike.

FRyê li ser Kurdan ra dijminîya DYAyê dike, ev ne seknek rast e, dîrok dê weha binivîse.

Mahmut Kilinc

16.03.2018/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin