Kurdan bi komxebata xwe Dewlet tirsandin!

Kurdan bi komxebata xwe Dewlet tirsandin!

"Armanca wan ew e, ku bi awayekî siyasî, aborî û diplomatîk Tirkiyê dorpêç bikin da ku ew alaya teslîmbûnê rake”

A+A-

Serokê Partîya Hereketê ya Neteweperest a Tirkiyê Dewlet Bahçelî, îro li Enqerê li avayîya navendî ya partîya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û dijminantiya xwe careke din li dijî kurdan û Barzanî nîşan da.
Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di axaftina xwe de gotiye; ”Alîgirên Barzanî li Diyarbekirê qaşo ji bo referandûma Kurdistanê komxebatê li dar dixin û bi rûreşî radigînin ku piştî perçebûna Iraqê dê dor bê Tirkiyeyê. Armanca wan ew e ku bi awayekî siyasî, aborî û diplomatîk Tirkiyê dorpêç bikin da ku ew alaya teslîmbûnê rake.”

Wek dihê zanîn di 15. 07.2017an de li ser banga Hereketa AZADÎ, PAK, PDK-Bakur, PDK-T, OSP, PSKê, li Diyarbekirê bi beşdariya hin grûbên siyasî, saziyên sivîl û şexsiyetên serbixwe, “Komxebata Referanduma Serxwebûna Kurdistanê” hatibû lidarxistin û ji 11 kesan insîyatifek hatibû ava kirin.

Vê Insiyatîfê hevdîtina xwe ya yekem doh li Diyarbekirê, bi Serokê HUDA-PARê Zekarîya Yazicioglu û Serokê HAK-PARê Refik Karakoc re pêk anîbû. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin