Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurd, Greva birçîbûnê û siyaseta PYD!

A+A-

Ji 12 mehê û virde li Rojavayê Kurdistan beşek ji kurdan ji bona girtîyên xwe di greva birçîbûnê de ne.

Ev gitîyên kurdan di destê kê de ne?

Di zîndanê kîjan hêza de ne û sucê wan çiye?

Helbet hêjaye ku Kurd li ser vê babetê bisekinin û şîrove bikin.

Bi sedan girtî di zîndanên „Asayîş"a PYD de ne. Ev kesên girtî, berpirsiyarên ku ne ji „Asayîş"a PYDne. Kurdin. Sîyasî ne û bi salan li henber dîktatorîya BAAS-Essad an di vejînê de ne. Ji terefê dîktatorîya Sûrîye ve hatine girtin, kujtin, zîndan kirin. Bi dehan salan bê ku derkevin dadgehan, bê pirs di zîndanan de mane!

Bi destpê kirina şerê navxwe yê Sûrîyê re dîktatorîya BAAS îyan têk çû. Bi vê têkçûnê re hêvîyek ji kurdan re peyda bû ku çarenûsa xwe diyar bikin. Ev hêvî di demek kurt e jikest û bû sebebên alozîyên mezin. Hêzek bi navê PYD, dest danî ser hertiştî û pêşî li desthilatdarîya kurdan girt û hêdî hêdî desthilatdarîya xwe bi zora çekan xurt kir. Her ku PYD desthilatdarîya xwe xurt kir, doza şiddetê jî  li henber kurdên ku ne bi wan re zêde bû. Girtin, ji holê rakirin, avêtina ji welat, tehdît û zîndan kirin karekî rewa.

Li henber van kirinan, muhalefeta li henber PYD bi sebeba ku „şerê birakujî dernekeve", her ku çû  bi paş de gav avêtin. Nakokî û pirsgirêk gihîştin cîhekî ku roj bi roj Kurd ji herêmê birevin û li henber desthilatdarîya PYD-YPG nerazîbûna xwe eşkere bikin. Ev jî bû sebebê xeterî ya valabûna herêma Rojavayê Kurdistan!

Li gor agahîyên ku di destê min de: Berî şerê navxwe yê Sûrîyê, li derdora 3 milîyor Kurd li gelamperê Sûrîye hebûn. Ji van 2.5 milîyon li Rojavayê Kurdistan, li ser axa xwe  jiyana xwe dimeşandin. Yên din jî wek , li Helebê li Taxa Şêx Meqsûd, El Salihiyê û li Şamê Taxa Ruknedîn û Minbiç, Raqa jî Kurd hebûn. Kurdên Rojava û yên li taxên Heleb û Şamê piştî şer berê xwe dan Ewropa, Lubnan, Bakur û Başûrê Kurdistanê.

Niha nêzî 400 hezar Kurdên aware ji Rojavayê Kurdistan, li Başûrê Kurdistan bi cîh bûne. Hejmarek li dor 600-700 hezaran jî derbasî bakurê Kurdistan û Tirkîye bûne. Ji vê hejmarê beşek derbasû Ewrûpa bûye. Piranîyên wan di riyan de mirin û telef bûn. Ev Kurdên ku Rojavâyê Kurdistan diterikînin; hinek ji wan mal û milkên xwe difroşin, hinek jî Asayîşa PYD dest datîne ser mal û milkê wan û difroşe Erebên ku ji derdorê tên Rojavayê Kurdistan. Bi vî rengî jî Rojavayê Kurdistan ji kurdan vala dibe û bi hawayekî fermî Ereb tên li herêmê bicîh dibin. Demografîya herêmê têt guhertin. Hejmera Ereban pir û her ku diçe hejmara kurd û Kurdistanîyan jî kêm dibe.

Li gel koçberiya kurdan û bicîhbûna ereban, çavdêr û pisporên Kurdan,  akademîsyen û rojnameger dibêjin „eger demografiya Rojava biguhere wê pirsgirêkên mezin derkevin!" Divê Kurd balê bikşînin ser vê yekê.

Erebên Heleb, Dêrazorê, Minbic û Reqqayê jî xwe li bajarên kurdan digrin û li bajarên kurdan bi cih dibin. Ev Ereb, li heremê bûne xwedî mal û milk. Ev mal û milk jî ji PYD û Asayîşa wê tên kirîn û li herêmê bicîh dibin. Metirsiya vê yekê heye ku demografiya bajarên kurdan biguhere û ev bi xwe bibe sebebê bingeha alozîyan.

Her çiqa nûnerê TEV-DEMê Aldar Xelîl vê yekê înkar dike û dibêje:

 Bingeha îddîaya ku ereb li bajarên kurdan tên bicihkirin, tune ye û kesên ku dixwazin me sûcdar bikin, ev îddîa avetinê hole. Gel ji penaberan neacize." Jî, xuya dike ku beşek mezin ji Ereban li Rojavayê Kurdistan ne wek penaberan diqampande, lê ser axa Kurdistan bicîh û milk û mal bûne.

Lê bi qasî agahîyê ku ketine destên min, ev kesanan ne li qampên penaberan, lê li ser mal û milkên Kurdên wek xwedî milk û war, tên bicîh kirin. Ev jî sebebê nakokîyan bi xwe ne.

Ew karê ku ji 1965 an û virde diktatorîya Sûrîye-BAAS daye ber xwe, niha pir bi hêsanî kurd (PYD-YPG) bi xwe dikin. Ereb tên dikevin cîhên kurdan. Asayîşa PYD mal û milkên Kurdan difroşe Ereban li ser navê „biratîya gelan" û Ereban li herêmê bicîh û war dike. Lê her ku diçe cîh ji Kurdan re teng dibe, kurd ji bin desthilatdarîya Asayîşa PYD direvin û Ereb tên li ser mal û milkên wan bicîh dibin. Ev jî yek ji sebebên çewtîya siyaseta serdest a li Rojavayê Kurdistan e.

Sebebek din ewe ku PYD rê ji tu hêzên din yên Kurd re venake. Bi devên çekan serdestîya xwe bi xwe îlan kirîye û Kurdên li henber xwe mecbûrî koçberîyê dike. Helbet pir sebebên koçberîyê hene. Sebebên ku hene yek jê tunetîya aramîyê bi xwe ye. A duyem jî hilweşandina bingeha jiyanê bi xwe ye. Ya din jî rewşa siyasî a ku PYD dimeşîne bi xwe ye. Kurd xwe di bin desthilatdarîya PYD-YPG de ewle nabîn in û di metirsîyê de ne! Beşek ji wan direve û axa xwe terk dike. Beşê din jî li herêmê, ji terefê Asayîşa desthilatdarîya PYD ve girtin û kujtinê dide ber çavên xwe û li ber xwe dide. PYD û YPG jî, bi beşek kurdan re vê serdestîyê dimeşîne bê ku rewşa Kurd û Kurdistan bêde ber çavê xwe. Îdeolojî li meselê dinêre û ev jî derbê li hestên kurd û Kurdistanî dixe, birînan çêdike û wê bibe sebên alozîyên mezin.  Hêzek bi serê xwe xwe serdest îlan kirîye bê ku hurmetê ji yên din re bike û jiyanê ji tu hêzên din yên Kurd re nehiştîye û bûye ku îro li ser axa Kurdistan, Kurd li henber desthilatdarîya beşek ji Kurdan, têkevin greva birçîbûnê. Ev tenê bi serê xwe dipejirîne ku li Rojavayê Kurdistan tiştek serast nameşe û bingehek aloz ava dibe ku wê serê Kurdan biêşîne"

 PYD dibêje „ez hêzek kurd"im: Ereb ji herêmên şer direvin û tên xwe davêjin herêmên di bin ewlekarîya asayîya PYD-YPG de! Başe madem ti pirsgirêk tunene û evana giştik bêbextîne, çima heta niha nêzî 1.7 milîyon kurd ax û erdên xwe bi paşde hiştin û revîyane?

Çima avare û penaber bûne û ku fersend di destê yên mayîn jî kevin wê beşek mezintir ji wan jî koçber bibin?

Ya Aldar Xelîl pirsgirêkan ji kurdan vedişêre û rast nabêje, an jî tiştên ku em bi çavên xwe dibînin mîzansen in?

Çima bi hezaran kurd, ji bona girtîyên zîndanên Asayîşa PYD ketine grevên birçîbû?

14.09.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin