‘Kurd êdî li Rojhilata Navîn nikarin bê dewlet bijîn'

‘Kurd êdî li Rojhilata Navîn nikarin bê dewlet bijîn'

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gul di warê piştî referandûma li Herêma Kurdistanê de diyar kir ku ji bo demekê formuleke wekî konfederasyonê dikare pêk were û ji bo helwesta Tirkiyeyê jî got, "Mueyîdeyên li hemberî Herêma Kurdistanê ji kurdan zêdetir

A+A-

Mevlut Oguz/sputnik

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mehmet Gul di derbarê referandûma li Herêma Kurdistanê û pêvajoya piştî referandûmê, helwesta dewletên herêmê û dewletên navdewletî yên li hemberî encamên referandûmê de bersiva pirsên Spûtnîk Kurdistanê da.

 ‘JI BO KURDAN JI REFERANDÛMÊ PÊ VE TU RÊ NEMABÛ'

Gul di derbarê çûyîna referandûma Herêma Kurdistanê de ragihand ku ji ber ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê prosedûrên xwe yên Yasayî yên li hemberî Herêma Kurdistanê dabîn kiribûn bi cih neanîn, lewma Herêma Kurdistanê çû referandûmê û got, "Li gorî ku Herêma Kurdistanê dibêje, Hikûmeta Navendî riayetî hevpeymanên îmzekirî nekiriye; di serî de %17 îcara petrolê, ya jê girîngtîr herêmên ku cihên nîqaşên e (Kerkuk, Şingal) bi kîjan alî ve bêne girêdan dê bi referandûmê diyar bibûya —ev yek li gorî xala 140î ya Destûra Bingehîn dê di 2007an de referandûm pêk bihata- lê ev yek her tim ji terefê Hikûmeta Navendî ve hate paşxistin û di dawiyê de hatibû wê astê ku neyê kirin. Ji ber sedemên hacirkina mafên aborî û civakî û dîsa ji ber ku pêşmerge weke hêzeke gel nedihat dîtin û nedihate fînansekirin biryara referandûmê derket pêş. Demekkî sê sedemê vê yekê hene; mijarên sosyo-ekonomîk, mijara artêşê yanî fînansekirina pêşmergeyan û dîsa îhlalkirina xala 140î ya Destûra Bingehîn. Ji ber van her sê sedeman ji Kurdan re ji referandûmê pê ve tu rê nemabû."

Mehmet Gul teqez kir ku helwesta partiya wan ya li hemberî referandûmê erênî ye û ev tişt gotin, "Bi raya min mafê kurdan heye ku qedera xwe tayîn bikin. Di bernameya partiya me de jî (PAK) vê yekê cih girtiye. Lewma me piştgiriya referandûmê kir û ji bo ku di referandûmê de encama serxwebûnê derkeve em xebitîn."

‘KURD ÊDÎ LI ROJHILATA NAVÎN NIKARIN BÊ DEWLET BIJÎN'

Siyasetmedarê Kurd di derbarê dewletbûna kurdan de anî ziman ku kurd wê di wextekî dirêj de teqez bibin xwedî dewlet, ji vêya veger tune ye û di berdewamiya axaftina xwe de sedema vê yekê wisa eşkere kir: "Çimkî kurd êdî li Rojhilata Navîn populasyoneke ku bêyî dewlet bêne îdare kirin, nîn in. Ji bo ku kurd bêne îdare kirin, ji bo ku xwe bi xwe, xwe birêve bibin hewcedariya wan bi dewletekê heye. Di pêvajoya dewletbûnê ya li Başûrê Kurdistanê dê dewletek were avakirin lê dibe ku bo demekê formuleke têper bê dîtin, bo nimûne konfederasyon. Lê di nava 4-5 salan de dema ku dewleteke serbixwe derket holê divê mirov şaş nemîne."

‘MUEYÎDE DÊ ZIRARÊ BIDINE HERDU ALIYAN LÊ ZÊDETIR DÊ ZIRARÊ BIDINE TIRKIYEYÊ'

Gul li ser helwesta mueyîdeyên dewletên wekî Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê jî dest nîşan kir ku ev mueyîde dê zirarê bidine herdû aliyan lê zêdetir dê zirarê bidine Tirkiyeyê. Û got, "Çimkî Kurd fêr bûne ku di tengasîyê de jî bijîn. Û hem bi rastî dorpêça aborî ya ku rê li ber hewcedariyên mirovî jî digire helwesteke derasayî û dermirovî ye. Em bawer nakin ev yek pêk were, pêk were jî kurd dê bi îmkanên xwe ji bin vî barî rabin."

 ‘POLÎTÎKAYÊN AKPÊ YÊN LI HEMBERÎ KURDAN BANDOREKE NEYÎNÎ LI SER KURDÊN AKPyî DIKIN'

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê bal kişand ser ku ev polîtikayên AKPê yên ‘antîkurd' tesîreke neyînî li ser kurdên AKPyî dike û ev tişt dan zanîn: "Ya duyem, rast e, ev yek dê yekitiya kurdan pêk bîne û em vê jî dibînin jixwe. Ya sêyem, Kongreya Netewî meselyeke kurdan a navxweyî ye lê terefekî ku dibêje ‘em dewletê naxwazin' kongreyê bidine hev û biryara dewletnexwaziyê derxînin yên din qebûl nakin lewma Civîna Kongreya Netewî di demekê nêz de zor dixuye."

‘DIYALOGA HEWLÊR Û BEXDAYÊ HEYE Û QET QUT NEBÛYE'

Mehmet Gul ji bo peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên piştî referandûmê de teqez kir ku îhtîmala diyalog û muzakereyan êdî ji ihtimalekê zêdetir e, piştî hewildana Fransayê ev yek pêk hatiye û wisa axivî: "Herwiha di navbera rêveberiyên Bexda û Hewlêrê de jî diyalog heye, qet qût nebûye em vêya bibêjin. Bi rêya diyalogê ev mesele dê were safîkirin. Bereksê wê em nafikirin. Rêya rast, rêya aqilê selîm ev e. Hêvîdarim ku rêveberiya Bexdayê jî fam bike ku rêbaza herî baş diyalog e. Pêvajo jî vêya nîşanî me dide."

Mehmet Gul li ser pirsa "polîtîkayên Amerîka û Rusyayê her wiha polîtîkayên dewletên din yên ku li herêmê aktîf in, hun çawa dinirxînin?" ev tişt gotin: "Ez helwesta dewletên mezin yên ku li herêmê berjewendiyên wan hene, ‘asayî' dibînim. Çimkî her yek ji wan li gorî berjewendiyên xwe nêzî meseleyê dibin, nîqaşên ku dibin normal in, bertekên ku tên normal in lê di demeke nêzîk û navîn de dê nerm bibin û dê fam bikin ku bêyî dewleteke kurdan îstiqrar nayê sazkirin. Hêvî dikim di demekê nêzîk de ev hevsengî û konsensus wê derkeve."

 ‘EM VEBERHÊNANÊN RÛSYAYÊ ERÊNÎ DIBÎNIN Û DIVÊ BERDEWAM BIKIN'

Gul eşkere kir ku ew helwest û peywendiyên Rûsya yên ligel Herêma Kurdistanê erênî dibîne û di derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Em veberhênanên Rûsyayê yên li herêmê erênî dibînin. Em dixwazin hemû dewletên dinyayê veberhênanê wiha bikin. Bi dîtina min dê xebatên Rosneftê neyêne rawestîn çimkî di peymana Rosneftê de a ku pêşbînî dike ku petrolê Kurdistanê bixe bazara cîhanî de xaleke ku Tirkiye jê re astengî dernexe heye. Ji ber ku petrol di ser Tirkiyeyê re dikeve bazarê, teqez xaleke wiha di hevpeymanê de heye, nebe hevpeyman pêk nedihat. Ev vebêrhênan rast in û bi ya min divê dewam bikin."

‘SOSYALÎSTÊN TIRK, YÊN DEWLETÊ NE'

Siyasetmedarê Kurd Gul rexne li helwesta çepgirên Tirk a li hemberî mafê kurdan yê tayînkirina qedera xwe girt û wisa berdewam kir: "Çimkî ev bi berjewendiyên netewî ve girêdayî ye. Sosyalîstên tirk, sosyalîstên netewî ne. Bi me didin xuyakirin ku ew sosyalîstên dewletê ne lê feqet sosyalîst di ser dewletan re ne û mafê gelan bo ku bên destxistin xwedan ideolojî û ramanên gerdûnî ne lê mixabin çepgirên tirk hîn nehatinê wê asta gerdûniyê. Di meseleya kurdan de jî bi awayekî eşkere ev yek derketiye holê. Ev helwest şaş e, ligel ku gelek zor û zehmet e jî hêvîdar im xwe rast bikin. Tabî em hemû soyalîstan tawanbar nakin û her wiha hêjayî destnîşankirinê ye ku di van şert û mercan de Sosyalîstên ku dixwazin Kurd bibine dewlet jî hene."

‘MAM CELAL JIYANA XWE JI BO SERXWEBÛNA KURDISTANÊ TERXAN KIR'

Mehmet Gul di dawiya axaftina xwe de jî behsa wefata Mam Celal kir û got, "Mam Celal wendahiyeke mezin e bi rastî. Wî hemû jiyana xwe bo doza serxwebûna Kurdistanê terxan kir. Û cihê kêfxweşiyê ye ku wî piştî ku referanûdûma serxwebûnê dît wefat kir. Elbet dê vebeyîn û tesîrên neyînî yên mirina wî dê hebin lê hêvîdarim ku gotina wî ya ku digot, "Her kurd serxwebûnê dixwaze û her kurd di rêya serxwebûnê de amade ye ku canê xwe bide" bibe wesîleya têkiliyên êrînî, tifaqa kurdan, temeniya min ev e."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin