Kurd dibin dewlet, çima û çawa?

Kurd dibin dewlet, çima û çawa?

Zeynel Abidîn

A+A-

I

Kurd dê bibin dewlet.

Çima?

Çawa?

Jiber ku şert û mercên herî baş yên dîrokê îro berdest in. Û em dê di vê nivîsê de li ser van pirsiyaran kûr bin.

Ahengên stratejîk yên dunyayê çawa diguherin û dewra hebûna îradeyeke siyasî ya miletê Kurd, yanê avabûna dewleteke serbixwe çima hem ji bo miletê Kurd û hem jî ji bo parastina aheng û statuyaya Rojhilata Navîn ya nû pêwîst e?

Evna hemî yek bi yek û bi tevî delîlên xwe yên zelal divê bihêtin bersivandin..

Lê ji bo ku em şert û mercên îro û giringiya wê fêm bikin, hinekî li dîroka xwe vegerin ku dewletbûna bavûkalên me çawa qewimiye û çawa tesîr li ser Mezopotamya û dunya kiriye:

Med bavûkalên Kurdan in û Zeradeşt jî fêylesofê (di heman demê de bîrdozvanê) Împeratoriya Konfederal ya Medan e. Sîstema Konfederala Med gelek girîng e, jiber ku berî 2529 salan Kurd serperiştiya Şoreşa herî mezin ya hemî dîroka mirovayetiyê pêk anî. B.Z. 625 de împeratoriya koledar ya Asûr bi bîrdoziya Zeradeşt û ji aliyê serkirdayetiya Dayeqos hat hilweşandin, kevir li ser kevir li wê împeratoriyê nema.

Nanenda Împeratoriya Asúr Nîneva hat girtin.

Gelek dîrokzanên girîng di vê tesbîtê hemhizir in, Franz Meyer, Elî Şeraîtî hin ji van in.

Dîrok îro vedijî.

Artêşên Kurd Pêşmerge û YPG di heman erdnigariyan de împeratoran (dagirkeran û bermayiyên wan çeteyên hov yên DAİŞ) serûbin dikin û di vê de ji hêzên gelek welatên Rojava û dewlet û miletên dewrûber destekê digrin.

Tesalûta dewletên dagirker yên tirk û ereb û faris bi dehsalan tifaq û dijberiyeke di nav hevde Kurdistan bi parçekirî îdare kirin. Di vê rêvebirinê de rêbazên wan yên bingehîn ev bûn:

Asîmîlasyon, sirgûn û jenosîd.

Di nav wan dewletan de yên li hemberî miletê Kurd ev sîleh bikar nehanîne tune ye; lê bi taybet jenosîda dewleta Tirk ya li Dêrsim û Geliyê Zîlan, jenosîda Iraq ya bi destê Beesiyan û Saddamê decal ya li Helebce û Enfal giraniyeke trajîk temsîl dike.

Li Başûrê Kurdistanê di nav sedsalekê de bi vî aweyî 500 hezar Kurd hatin qirkirin. Dîsa belkî bi heman hejmarî li Bakûrê Kurdistanê qewimî.

Wekî hemî mirovahî qebûl dike, Helebce û Enfal di dunyayê de wek jenosîdeke bê sînor ya beesiyan hat naskirin û jiber vê jî ji sala 1991 şûnde mudaxele li vî dewleta dagirker hat kirin. Ev mûdaxele jî derfeteke nû ji bo miletê Kurd ava kir û Başûrê Kurdistanê roj be roj berev rizgarbûnê, avabûnê û serxwebûnê meşiya û di dawiyê de biryara refarandûma serxwebûnê hat dayîn. Êdî 25 Îlona 2017 ji bo hemî Kurdên li çar parçeyên welat û dîasporayê wek rojeke mîladî dihête qebûlkirin.

 

Niha em dîsa vegerin ser gengeşiyên mijara dîroka miletê Kurd û bavûkalên me Medan.

Wekî ku me li jor jî diyar kiribû; Împeratoriya Med û dewra wê ya li ser dîroka Mezopotamya hem ji bo me Kurdan û hem jî ji bo pêvajoya dagirkirin û parçekirina welatê me pir girîng e. Jiber vê yekê jî divê her dîrokzan xet û têkeleiya dîrokî, kevnşopî, felsefî û siyasî ya Medan û Kurdan pir baş binirxîne û encamên vê girêdayînê jî bikaribe ji bo îro bixwîne.

Jiber ku ev yek hem rastiyeke zanistî ye û hem jî motîvasyoneke mezin dide miletê Kurd û bizava siyasî ya Kurd. Jixwe dewra zanista dîrok ya ji bo hemî miletan jî ev e; ya yekê, ronîkirina bûyerên dîrokî û destnîşankirina sedem û encaman ya di bûyerên qewman de; ya duyê jî, bi derseke nefsî û civakî motîvekirina miletan di siyaseta pêşerojê de.

Tam di vê derê de miletê Kurd bi rengekî sîstematîk bi şerê psîkolojîk ya dagirkeran re rûberû dimîne. Di gengeşiyan de gava argûmanên mafdarbûnê dibînin ku miletê Kurd jî yek ji miletên din hêjayî dewletbûnê ye, ev car, ev sîstematîk dikeve dewrê: "Ka bêje di dîrokê de miletê Kurd gelo kariye ku bibe dewletekê?"

Gava gengeşî dest pê bike û hûn bi hemî delîlên ronkirî dest bi vegotina dîroka Kurd bikin û behsa Medan bikin, ev car bi zanebûnî û dîsa bi rengekî sîstematîk, têkeliya dîrokî ya împeratoriya Medan û Kurdan ji hev qut dikin.

Evê jî bi zanabûn dikin (bo mînak Mînorskî).

Jiber ku xwediyên van argûmanên negatîv ne dîroknasên zanistî ne, ew mîsyonerên dagirkeran in, yan jî yên dewletên mezin in û dixwezin bêjin ku "Kurd qet nebûne xwedî dewlet."

Eger hûn lehengiya Medan û paşê jî wendakirina wan ya dewleta xwe binihêrin, hûn dibînin ku Med bi tenê dikarin bavûkalên Kurdan bin.

Heredot di vî aliyê de delîlên pir mezin diyar dike ew Kurd in. Felsefe, ticareta bi kişwerên din, bajarên mezin û şerên sîh salan hemî bi tesîra şaristaniya Medan pêk hatin.

Îjar werin bibînin ku kes û saziyên mîsyoneriya dagirkeran dikin di vê derbarê de sê texrîfatên mezin pêk dihînin.

Sê rastiyên dîroka me û hebûna me serûbin dikin:

Weha dibêjin:

1. Med û Zerdeşt ne Kurd in

2. Kurd qetlîama ermenan pêk anî

3. Zaza ne Kurd in.

Baş e, çima hem rastiyên dîrokî dihêtin serûbinkirin û çima ev hersê mijarên ku di zahirî de bêpeywendî ne, li dij daxweza miletê Kurd dihêtin îdîakirin?

Ev hêrsê îdîayan lê bikolin hûn dê bibînin ku hem ne zanistî ne û hem jî armanceke ku Kurd ti caran nebin dewlet ev ji aliyên dagirkeran hatine îcatkirin û bi destê hin nivîskarên Kurd yên bêaqil jî dihête parastin.

Em jî li dij van îdîayên dagirkeran weha dibêjin:

Em dê li ser van îdîayan hemin kûr biçin û wan derxînin meydanê ku ev îdeayan bi rastî emûrên şerê psîkolojîk û stratejîk in û li dijî daxweza rewan ya serxwebûna miletê Kurd dihêne bikaranîn.

Çawa û çima?

Eslen heta niha di dîrokê de têkeliya Medan ji bilî miletê Kurd bi miletekî re nehatiye girêdankirin. Ne mûmkûn e jî. Jiber ku gelek delîl evê îsbat dike ku ew bavûkalên me ne.

Di vê derê de dixwezim tiştekî mînak bidim:

Hûn li înternetê de hema yekser peyvên Med û Kurd bi zimanekî awrûpî binivîsin, hûn dê bi hezaran nivîsan derxînin û hemiyan jî ji saziyeke zanistî bin û dîroka Kurd û Med di vê mîhvalê de bihête hevgirêdan. Lê şerê psîkolojîk yên dagirkeran hem bîrnasiyê (mantik) nas nake û hem jî nas bike jî wekî ku nas nake tevdigere û bes bi dubereyên bi israr dixweze zarokên miletên Kurd ji xwe bê bawer bike. Ji bo vê kampanyayê dagirkeran dikarin bi mîlyar dolaran mesarûfan bikin.

Jiber felsefeya Zeradeştî û avabûna dewleta Med em dikarin bêjin di avabûna hemî rêxistinên siyasî yên Kurdan de bûye motîvasyoneke mezin û ketiye rihê hemî bername û peywerên siyasî yên van partiyan. Ji ber vê yekê dagirkeran kampanyayeke bi hêz û sîstematîk dimeşînin ku ev motîvasyonê bikûjin û miletê Kurd dev ji daxweza dewletbûnê berde. Bi rastî gelek jî ser dikevin, jiber ku hin siyasetvan, ronakbîr û nivîskarên bêrih û giyan vê bernameya şerê psîkolojîk, zanebûn yan jî bêzanebûn dimeşînin û xizmeteke mezin bo dagirkeran pêk dihînin.

Baş e, Elî Şerîatî, feylesofê Faris yê îslamî ku di dema Şahî de hat bi jehrkirin û kuştin; ew di zîndanê de nivîsîbû û wisa gotibû; "Dîroka felsefe xiyanetiyeke mezin bo miletê Kurd kir; jiber ku ramana Zeradeşt bingeha felsefeya Kurd e û ev felsefe di heman demê de motîvayona felsefeya Yewnanî ye!"

Baş e, tiştekî ku Elî Şerîatî berî 35 salan gotî û paşê jî bicezakirî çawa ji aliyê serok û ronakbîrên Kurd nehatibe zanîn?

Û em bedewam bikin, çima piştî vê argûmanî, yekser projeya din dikeve dewrê û ji gellek aliyan (mixabin hin nivîskarên Kurd yên nîvco jî tê de) şerê stratejîk yê din dikeve dewrê? "Kurd ermen kuştine!" Û pişt re jî îdîayeke din; "Zaza ne Kurd in."

Baş e; evna xizmeta çi dikin?

Evana hemî şikandina motîvasyona daxweza dewleteke serbixwe ya miletê Kurd e. Eger di dîrokê de miletê Kurd qet dewlet ava nekiribe, eger qet di bizaveke şaristaniyê de berhemdar nebûbe, eger di jenosîda ermenan de dewreke xwe ya mezin hebe û li gel van jî eger nifûseke mezin ya Kurdên Kirmanckî (dimilkî) ne Kurd bin, nexwe miletê Kurd hem nikare bibe dewlet û eger bikaribe jî divê bihête astengkirin.

Ev hersê îdîa yên nivîskarên nijatperist yên tirkan e û wek me diyar kir hin Kurd û ermen jî gelek xizmeta wan dikin.

Belê em dîsa werin ser îro:

Li Başûrê Kurdistanê demeke dirêj e şerekî serkeftî dimeşe û sînorên başûr ji hemî çeteyên dagirkeran hate paxijkirin. Di vî warî de rêzeke mezin ya dewletên mezin hene û ji Amerîka heta Rûsya, ji Israîl heta Sûdiyan hemî van dewletan bi vekirî destnîşan dikin ku miletê Kurd dewleteke serbixwe heq kirine.

Dîsa li Rojavayê Kurdistanê jî bi heman rengî şerekî serkeftî dimeşe, hêzên Kurd ne ku bes axên xwe, axeke mezin ya Sûriyayê jî rizgar dikin û a niha jî paytexta çeteyên DAIŞê li ber rizarbûnê ye.

Li her çar parçeyên Kurdistanê miletê Kurd ji van herdu beşên welat bi tesîr dibin û bi taybet hewildanên serokatiya Kurdistanê û karûbarên wan yên dîplomatîk li rûyê vê dunyayê ji her cîhên girîng elaqe dibîne û sozên destekan dihête dayîn.

Her çi qas Îran û Tirkiya nerazîbûna xwe îfadekiribin jî ne rewşa wan ya navxweyî û ne jî ahenga navdewletî û siyasî ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê derfetê nade ku ew mudaxele bikin. Eger bikin jî êdî miletê Kurd ne wek berî bi tenê ye û dîsa ne wek berî yên xapandinê ye:

Jiber ku gelek alternatîfên miletê Kurd hene.

Tirkan bi başûrê Kurdistanê re ji bo 50 salan peymana petrol û xazê îmze kirin, Amerîka bi Rojavayê Kurdistanê re (YPG) ji bo 10 salan peyamana alîkarî û piştgiriya hev îmze kirin. Bi coş û daxwezeke mezin ya hemî miletê Kurd hizr û ramana netewî û dewletbûna Başûrê Kurdistanê jixwe re kirine hêviyeke mezin û piştgirî dikin.

Ya herî girîng jî; ji çar lingên dewletên dagirker du lingên jêr yanê yên Iraq û Sûriya şikaye; êdî tamîrkirin û ji nûve xebitandina van lingan ne mûmkûn e. Her wisa, di vê ergdnîgariyê de valahiya ji wan dagirkerên rûxiyayî maye, ji bilî Kurdan qet bi hêzekê ve nikare tijî bibe. Jiber ku erdnîgar bi tevayî Kurdistan e û hêzên ku li wir şerê çekdariyê didin artêşên Kurd in û bi her aliyan ve derfet û ezmûnên mezin wan hene ku dikarin demeke ev qas dirêj berxwedan bikin, axê biparêzin û di ser de jî çeteyên DAIŞî têk bixin.

Niha em dîsa werin ser argûmanên xwe yên dîrokî ku li dij argûmanên stratejîk-psikolojîk bikaribe serkeftinekê pêk bihîne.

Divê nehête jibîr kirin di şerên nav milet û dewletan de ya herî girîng, berî her tiştî şerê îdeolojîk e. Eger we hêza xwe ya bîrdozî û felsefî xurt nekiribe, hem li ser miletê xwe bandureke erênî û hem jî li ser neyarên xwe tesîreke neyînî yanê xirabkirinê ava nekiribe, nexwe bîrdoziya we yan zeyîf e yan jî hûn ew zeyîf bikar anîye:

Berî her tiştî divê miletê Kurd û îradeya wî ya sîyasî û ramanî evan argûmanan bihêztir bike û têxe jiyanê:

1. Împeratoriya Med dewleta bav û kalê me bû

2. Zeradeşt, Manî, Mazdek û Xuremdî feylesofên mezin yên Kurd in û dîroka felsefê pir deyindarê wan e.

3. Kurd miletekî qedîm yê Mezopotamya û Dunyayê ne. 5000 Sal e welatê xwe neterikandine. Li gel jenosïdkirin û dagirkirin û parçekirinê jî ji bo xwe û dunya xizmetên pir mezin yên şaristanî, nirxdarî, siyasî, çendî û eskerî pêk anîne, wek îro.

4. Kurdan ji aliyê tirk, ereb û faris bi tevî ermenan hatin jenosîdkirin. Welatê wan wisa hatiye xirabkirin ku édî jî bilî avakirina dewleteke Kurd ya Serbixwe ne miletê Kurd û ne jî miletên dewr û ber nikarin jiyaneke aramî bijîn.

6. Kurmanc, Kirmanc, Soran, Goran, Hewreman û Loran beşên miletê Kurd in û ji bo jiyandina xezîneya zimanên Kurd dewleteke Serbixwe divê.

7. Ji bo parvekirineke adilane nirxên herêmê divê Kurd dewlet bin û Server û Ferweriya axên xwe bikin.

Niha jî em naveroka van rastyiên dîrokî vebikin û tê de bibînin ku hêza şerê îdeolojîk û felsefî çawa xwedî derfeteke mezin e ku amûrên pêvajoya serxwebûnê dikare bihêztir bike. Lê divê berî her tiştî em dê rêbazeke çawa bimeşînin?

Ev pirsiyar destpêka me ya nû be:

 

(Dûmahîk heye)

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin