Kujerê Deniz Poyraz tê dadgehkirin

Kujerê Deniz Poyraz tê dadgehkirin

.

A+A-

Onur Gencerê kujerê keça Kurd Deniz Poyraz ku di êrîşa ser baregahê HDPê yê Izmîrê de hat kuştin, tê dadgehkirin. Yekem rûniştina dadgehê li ser wê dosyeyê îro Çarşembê 29ê Kanûna 2021ê li Şeşemîn Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê tê kirin.

Ji xeynî malbat û kesûkarên Deniz Poyraz û parêzerên dosyeyê, Hevseroka HDPê Pervin Buldan, hejmarek karbidestên HDPê û rêxistinên jinan di rûniştinê de amade dibin.

Cîgira Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, Wekîlê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirk Erkan Baş û rêveberên HDPê dê dozê bişopînin.

Onur Gencer ê 27 salî roja Pêncşembê 17ê Hezîrana 2021ê demjimêr 11:05 deqe li bajarokê Konakê çû nav avahiya baregahê HDPê lê ye û teqe li Deniz Poyraz kir ku dayîka wê li baregahê HDPê yê Izmîrê kar dikir û roja êrîşê ji dêlva dayîka xwe ve çûbû ser kar.

Piştî bûyerê Onur Gencer ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin, di lêpirsîna polîsan de got, armanca wî ew bû çend kesan bikuje û eger kesên din li hundir bûna teqe li wan jî dikir. Gencer piştî dibin binkeyê polîs telefona wî jê wernagirin, li ser Instagrama xwe wêneyê Deniz Poyraz ê kuştî belav kiribû û li ser nivîsîbû: “Şikêr Bûye-1”.

Ew bûyer bû sedema nerazîbûna partityên siyasî yên Tirkiyê. Hevserokê HDPê Mithat Sancar li Enqereya paytexta Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de hikûmet û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tohmetbar kir û got: “Biryar bû bi beşdarbûna 40 kesan civînek li wê baregahê partiya me bê kirin, lê di kêliyên dawî de civîn hat paşxistin, armanca kujer pêkanîna komkujiyê bû.”

Onur Gencerê kujerê Deniz Poyraz di destpêka 2020an de wek karmendê tendirûstiyê çûye Minbica Sûriyê û di meha Nîsana 2021an de dest ji kar berda ye. Rojek piştî êrîşê di 18ê Hezîranê de hat girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin