Kudistana Mezin, lê federal

Kudistana Mezin, lê federal

Kudistana Mezin, lê federal

A+A-

Mahmut Kilinc

Di çend rojên bihurî da, di malpera Rudawê da du nivîs hatin weşandin.

Çi heyf e ku nebûn mijara gengeşîyan, heçku naveroka herdu nivîsan jî, taybetî bona paşeroja başûrê Kurdistan’ê û herweha peywendîdar bûn bi qeyrana siyasîya başûrê Kurdistan’ê va û bi giştî li ser raman û sêwirîya (tesewur) “elîta” Kurd bûn.

Ji van nivîsan yek, nivîsa Hêmin Ebdullah bû û li ser rewşa îro ya Kerkûkê û “Projeya Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm” bû û sernivîs, “Bo Kerkûkê Kurd bi dile xwe hizir dikin, ne bi aqilê xwe” bû.

Ya din, nivîsa Umer Elî Xefûr bû û sernivîsa wê jî “’Kurdistana Mezin’ xewn e…./4 dewlet a rast e…” bû.

Her çiqas herdu nivîs, yekûyek ne li ser heman mijarê bûn jî, hinek hêlên hevpar hebûn di navbera herdu nivîsan da, ji ber ku her du jî li ser, rewşa siyasîya navxweyî, nexşeya siyasîya Kurdistan’ê û bîrûbawerîya keseyatîya Kurd li ser Kurdistan’ê û paşeroja wê bûn.

Ji van mijaran yek ji yên din ne dûr e, hemû têkildarê hev in.

Hêmin Ebdullah di nivîsa xwe da, herçiqasî tene Kurkûk’ê dike mijar jî, ameje bi projeya parêzgar Dr. Necmettîn Kerim dike û hêvî dike, ku Kurd, taybetî entelektuelîya (rewşenbirî) Kurd li ser wê projeye rawestin, lêbikolin û bila bikeve nav gengeşîyan siyasî, taybetî di medyaya Kurdî da li ser bêt nivîsin û şîrovekirin, daku bona paşeroja Kerkûk’ê biryarek realist bêt stendin, bi hêvîya ku di dawîyê da rastî bêt dîtin û Kerkûk ji dest neçe.

Bêşik ev nêzikbûnek ji dij e, hestek neteweyî ye, herçiqas bona hinekan wateya hestên neteweyî dibe sebeba afirandina xeyalên ji rastiya jîyanê qetbûyî jî, wate bona hinekan jî ku ew piranîya civakê pêk tînin, realîteya îro ye, ango realîteya siyasî, eskerî, diplomatîk û civakî ye.

Di dawîya nivîsa xwe da Hêmin Ebdullah weha dibêje, “Eger gotina dilê min bixwazin, ez di vê baweriyê de me, ku Başûrê Kurdistanê ji 3 herêman pêk tê ku nabe yek îdare wan birêve bibe. Ew jî Herêma Zer (Hewlêr-Dihok), Herêma Kesk-Nîlî (Silêmanî) û Herêma Kerkûkê ne. Her ji ber wê jî ez di xeyala xwe de ez hêviya wê yekê dikim ku rojek ji rojan Dewleta Federal a Kurdistanê ji wan her 3 herêman pêk bê.”

Weha dixuye, ku Hêmin Ebdullah nêrîngeha xwe baş venegotiyê, bo mînak dibêje , ku “…Başûrê Kurdistan’ê ji 3 herêman pêk tê ku nabe yek îdare wan birêve bibe.”

Her dewletekê rêvebirek navendî heye, ew him li dewletên federalî weha ye û him jî li dewletên unîter weha ye, lê çi heye, ku dewletên federal ji dewletên federe pêk tên û her dewletek federe jî, rêvebirîyek xwecîyê heye, desthelata dewletên federe di makezogonê wan welatan da hatiye destnîşan kirin.

Ango, rêvebirîyek navendî heye, herweha her dewletên federe di nav sînorên dewleta federal da ne, parçeyek ji wê dewletê ne, bona desthelata xwecî saziyên pêwîst hene wekî parlement û hikûmeta federe, herweha sînorên dewleta federe beloq in.

Li vira tiştê girîng ev e, ku dewletên federe di nav sînorên dewleta federalda ne, eger em qala paşeroja Kerkûkê bikin, modela ku mijara gengeşiyê ye fam kirina wê ne zehmet e, Kerkûk beşek ji başûrê Kurdistan’ê ye, lê rêvebirek xwecî heye, bila sê herêmên federe hebin, bi ya min jî baştir ev e, lê her sê herêm bi hevra başûrê Kurdistan’ê ne.

Dibe modelek weha bibe mifteha çareserkirina qeyrana siyasî li başûrê Kurdistan’ê, amanca her Kurdê welatparêz ewil Kurdistanek serbixwe ye, modela wê ya navxweyî paşê têt, lê emê ti caran renginîya Kurdistanê paşguh nekin, çanda wêyê rengîn, pir olîya wê, pir kêmjimarîya wê di hişmendîya niştemanî da bicî bikin.

Bêşik mijara Kerkûk’ê mijarek neteweyî û siyasî ye.

Projeya Parêzgarê Kerkûk’ê metirsiyekê di nav xwe da dihewîne, metirsîya ku rojekê Kerkûk ji dervayî Kurdistan’ê bimîne.

Bi qasî ku di medyayê da hat ragihandin, divê ewil “Kerkûk bi serê xwe bimîne, li dervayî herêma Kurdistanê, pişte demekê (bawerim du an sê sal in) ji Kerkûkîyan bête pirsin, sê vebijark hebin, herêmek serbixwe, di nav herêma Kurdistan’ê da, an jî di bin desthelatîya Bexdadê da.”

Projeyek weha ne rast e, ewil li dijî realîteya dîrokî ye ji ber ku Kerkûk parçeyek ji Kurdistan’ê ye, ji vê ticaran tawîz dayîn nabe, lê bila rêvebirek xweser hebe, desthelatiyek xwecî dê baştir bibe.

Herweha, divê ji bîra me neçe ku jixwe Kurdistan him bi olî û rêolî û him jî ji hela zaravayî û ziman va pirrengîn e û peywendiyên navdewletî, olî û siyasî jî parek ji vê renginiyê ye.

Bo mînak bakurê Kurdistan’ê, li herêmê du zaravayên Kurdî hene, yek Kurmancî, yê din Kirmanckî (Zazakî, Dimilî) ne.

Kirmanc li herêma Dêrsim, Cewlîk, parek Elezîz, li bakurê Amedê û Siwêregê niştecî ne.

Kirmanckî, zarave û çandek dewlemed e, ne Kurmanc û ne jî Kirmanc dixwazin ji herduyan yek bête pişavtin bona yê din, ji holê rabe.

Herweha, li bakurê Kurdistan’ê hindik bin jî parek Êzidî hene, dîsa li bakurê Kurdistan’ê Suryan, Erep û Tirkmen hene, divê hemû jî bêne parastin û bi wekhevî ji derfetan sûdê werbigrin.

Em dizanin, ku li parçeyên Kurdistanê din jî sosyolojîya civakê weha ye, zaraveyên cûda yên Kurdî hene, herweha kêmjimarên ne Kurd (ekalliyet, etnisite) hene.

Parastina vana, parastina renginîya Kurdistan’ê bi modela dewletek unîter nabe, bibe nebe divê desthelatên xwecîyê hebin, ango lamerkezî, dibe ku bibe sîstemek federali, an rêvebirên xweser hebin, desthelat û erk û peywira herêmên xweser an federe, divê di makezogênê da bêt cîbicî kirin, lê hemû bi hevra di bin banê Kurdistan’ê da.

Nivîsa din, Umer Elî Xefûr di nivîsa xwe da “Kurdistana Mezin” wekî xevnekê şîrove dike û hêvîya xwe jî dibêje, bi bawerîya wî li seranserê nexşeya Kurdistan’ê ne dewletek, ango  “Ne Kurdistana Mezin, 4 dewlet a rast e”.

Kurdistan’a Mezin xevna “elîta Kurd” dibêje û bi navkirina Bakur, Başûr, Rojhelat û Rojavayê Kurdistan’ê jî wekî nasyonalîzma Kurdî dibine û ew, navkirinek weha di cîyê xwe da nabîne.

Di nivîsa xwe da weha dibêje Emer Eli Xefûr, “Li vir derfet nîne em vê têgehê bi siruşta wê ya reha û berfireh û piralî şîrove bikin. Ezê tenê li ser akameke baweriya nasyonalîst a elîta Kurd rawestim. Ew jî dîtina kurdan wek pêkhateyeke cuda û bilind di nav neteweyên hawîrdorê de û xewndîtina bi dirustkirina dewleteke sînorbezên a seranserî ya neteweyî “Kurdistana Mezin” ku cudahî û kelemên siyasî, civakî, kultûrî, cografî û mezhebî derbas dike. Lewra jî li şûna ku her beşekî Kurdistanê bispêre dewleta ku bi fermî beşek jê ye, dispêre wê qewareya utopîk û wan wek Kurdistana Bakur (Tirkiyê), Başûr (Iraq), Rojhilat (Îran) û Rojava (Sûriyê) binav dike!

……….

Ango eger Ereb, Tirk, Fars, Hindî, Ingilîz û Fransiyan nikarîbûn dewleteke neteweyî ya seranserî ava bikin, Kurd jî nikarin wê ava bikin. Ne ji ber kelemên babetî û yên li derveyî vîna kurdan, lê ji ber kelemên ku karakterên navxweyî bi xwe wan peyda dikin.”

Gilîyên Umer Elî di barê bêaramîna navxweyî da di cî da ne, di vê mijarê da ez jî wekî wî difikirim, lê divê em rê nedin ku hestên meyên neteweyî lawaz bibin.

Bêaramîya siyasîya başûrê Kurdistan’ê, hevkarî nekirina partîyan, taybetî siyaseta PKKê û li rojavayê Kurdistan’ê helwesta PYDê li dijî ENKSê, herweha zimanê medyayê li dijî hevûdin kelecanîya hemwelatî dişkêne, hestên neteweyî lawaz dike, ev hemû rast in.

Lê, teqez divê em zanibin ku paşve veger nabe û dê nebe jî, bawerim herkes dizane ku hemû di bin banekê da ne, divê em stûn bin û xwe bidin ber banê, neku stûnê lawaz bikin. 

Bi mebesta ramana xwe pihêt bike Umer Elî du mînakan dide, di nivîsa xwe da, yek Hîndistan’ê mînak dide, ya din 22 dewletên Erep mînak dide, ameje bi mînakên xwe dike ku gelo “neteweya Hind û Erep nikanibûn tene dewletekê damezrînin, Hîndistan bû sê dewlet, Hindistan, Pakistan û Bengladêş, herweha 22 dewletên Erep hene”, wekî pirsek lojîkî dipirse, “gelo hemûya nikanibûn di bin banê dewletek Erep da cî bigrin!”

Bi bawerîya min ev herdu mînak jî ne cî da ne, bona rewşa Kurdistan’ê, bona paşeroja Kurdistan’ê nabin mînakên di cî da.

Ewil mînaka Hîndistan’ê, li vî welatî nêzikî 400 ziman û zarave hene, zimanê fermî Îngilizî û Hindî ye û herweha herêmên xweser hene, dewletên federe hene, ango Hindistan jixwe dewletek federe ye, li her herêmek xweser û dewletek federe zimanê wê herêmê zimanê fermî ye, ligel zimanê İngilizî û Hindî.

Dîsa Pakistan dewletek federalîye û 4 dewletên federe hene, li vî welatî 60 ziman û zarave hene, lê zimanê fermî İngilizî û Urdî ne.

Li Bengaldêş’ê zimanê fermî ligel Îngilizî Bengalî ye, her sê dewlet jî bi gellek hêlan va ji hev dûr in, çand û zimanên ji hev cüda hene ji ber vê dewletên federe û herêmên xweser hene.

Hêj nehat jibîr kirin, berî ragihandina serxwebûnê li Bengladêş’ê Bengalî qedexe bû, bi dewleta Pakîstan’ê va gellek kêşe hebûn, xwîn dirêjîya, şer û pevçûn hebû.

Mînaka dewletên Erep jî naşibe rewşa Kurdistan’ê, eger we bala xwe dabe 22 dewletên Erep, li van welatan ne îro ne jî ti caran hişmendîya niştimanî pêk nehat, jixwe Umer Elî Xefûr jî di nivîsa xwe da amejê bi vê rastîyê dike û dibêje, “Nasirî û Beesîya” xwestin hişmendiya niştimanîya Erep pêk bînin lê bi serneketin.

Ji ber çi biserneketin?

Ji ber ku rola Îslamê di pêkhatina alema Erep da jandeyek gellekî girîng e, ji ber ku Îslam bûye hâlete pişavtina gelên li herêmê bona Erep kirine.

Ango, di bingehê da çandek hevpar, raman û sêwiranek (tesewir) hevpar tine bû, pişavtina bi ola Îsamê wekî îro ku em dibinin ewqas “nêzikî hev” kir.

Gelo, em dikanin gele Kiptî bikin Erep, beşik na, lê gele Kiptî di encama pişavtina ola Îslamê da kete nav nasnameya Erep.

Herweha li Suriyê, li Sudanê û bakurê Afrikayê gelên ne Erep bi haletê Îslamê îro Erep in, lê hişmendîya niştemanîya Erep pêk nehat.

Kurd ne weha ne, heşt hezar û pênçsed sal in ku dîroka bakurê Mezepotamaya’yê, ango Kurdistan’ê têt zanîn, Kurd her li vira bûn, xwediyê ziman, çand û têkiliyên resen e, her çiqasî eşir bin jî, lê ziman û çandek bihêz, dewlemend û hevpar heye.

Di dused salên dawî da, herweha îro jî hişmendîya niştemanî di nav civaka Kurd da bi hêz e, bona serxwebûnê têkoşînek bênavbir daye, hêj jî dide.

Ji ber parçebûn û jeopolitîka Kurdistan’ê neteweya Kurd heta îro nebûye xwedî dewlet, herweha divê em pêkera (faktor) Îslamê jî bibinin.

Umer Elî Xefûr dibêje ku Farisa, Tirka, Ereba, Hindîya li seranserê erdnîgarîya (coğrafya) ku ew netewe li ser dijîn nikanibûn dewleta xwe damezrînin!

Bi ya wî ew dewlet neçar bûn, ku parek ji welatê wana li dervayî dewleta wana bimîne.

Na xêr ne weha ye, berevacî vê rast e, ji ber ku van dewletan ji erdnîgarîya xwe bêhtir, sînorên erdnîgarîya gelên cîran bezandin û dewletên xwe damezrandin.

Bo mînak, dewleta Tirk, herweha dewleta Îranê, dîsa dewletên Iraq û Suriyê, pêdivî tine ye ku em qala dagiriya erdnîgarîya gel û neteweyên din bikin, ji ber ku van herçar dewletan welatê neteweya Kurd dagir kirine, sînorên Kurdistan’ê bezandine û dewleta xwe damezrandine.

Ango, dewletên ku Umer Elî wekî mînakên realist dide, sînorên erdnîgarîya neteweyên din bezandin û dewletên xwe damezrandin.

Li Ewrupa jî rewşek nêzikî vê heye, sînor kişandin tenê bona erdnîgarîya neteweyekî jixwe ne pêkan e, eger di nav sînorê Franse da kêmjimarek ji gelên dewletên cîran heye, herweha di nav sînorên dewletên cîran da jî kêmjimarek frensî heye.

Ti cara Kurdan daxwaza bezandina erdnîgarîya neteweyekî din nekirîye, jixwe hêj nikanin li welatê xwe xwedî derkevin.

Eger, her likuderê Kurd dijîn daxwaza wê dere bikirana, divêbûya sînorên Kurdistan’ê ji Haymana’ya Enqer’ê dest pê bikira, lê ne weha ye, sînorê Kurdistan’ê ji qûntarê cîyayê Nurheqê dest pê dike, ango ji Kurdogluyê (îro nav kirine Turkoglu)dest pê dike heta cîyayê Hemrînê.

Ji qûntarê cîyayê Nûrheqê him civak, him erdnîgarî, him keseyatî û him jî keşûhewa diguhere, taybetî ji rojhelatê Ferat bi temamî atmosferaka welatekî din, sosyolojîyek din dest pê dike, bi her avayê nêşitên vê beloq in.

Bêşik, divê tevgera siyasî, li herçar parçeyên Kurdistanê realîteya îro bibine.

Her çiqas başûrê Kurdistan’ê rewşek siyasîya ya dufocto hebe jî,  Kudistan çar parçe ye, her parçe di bin dagirîya dewletek din da ye.

Ji sed sal in weha ye, siyaseta dewletên dagirker li ser çand, raman, sêwiran, têkiliyên navxweyî û têkiliyên bi gelên din va karîger bûye, bi qasî vê karîgeriyê sosyolojîya parçeyên Kurdistan’ê ji hev dûr ketine.

Lê ev naye wê wateyê ku çar Kurdistan hene, bila çar dewlet hebin, na yek Kurdistan heye.

Bêşik, divê Tevgera Siyasî Kurdistan’ê realîteya cihana îro bibine, gellek derfet li ber derîne, realist be, çareserkirina pirsa Kurdistan’ê li herêma Rojhelata Navarast dê dem bajo û gavbigav encam bigre.

11.07.2016/Dusseldorf

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin