Krîza gazê peywendîya PDK û YNKê aloz kir

Krîza gazê peywendîya PDK û YNKê aloz kir

Her ku diçe pirsgirêka kêmbûna gazê li Hewlêrê kûrtir dibe. Berpirsên hikûmetê jî ti garantîyekê nadin bo çareserkirina vê kêşeyê û ew kompanîyekê weke sedema qeyranê dizanin û dibêjin ew kompanî rê li ber şandina gaz bo Hewlêr û Duhokê digire.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Hewlêrê di werza havînê de rojane pêwîstî bi 250 ton gaza şil heye, lêbelê di werza zivistanê de ev pêwîstî digihije 400 tonan. Her çiqas nirxê her tupeke gaza şil weke 7500 dînar hatibe dîyarkirin jî, lêbelê piştî hefteya derbasbûyî nirx bilind bûye bo 15 hezar dînar û zêdetir jî.

Mexdîd Osman, birîkarekî gaza malan li Hewlêr, ji Rûdawê re ragihand, “Nêzikî 10 roj e, kêşeya kêmbûna gaza şil li Hewlêrê rû daye. Ew a tê bo birîkaran gelek kêm e. Ez bi xwe divê gaza nêzikî 50 taxan dabîn bikim. Lêbelê hefteyê sê car gaz werdigirim û her carekê jî 70 tup bi min tên dayîn ku têrî beşa du taxan jî nakin.”

Nebez Ebdulhemîd, qaymeqamê Hewlêrê derbarê sedema vê krîzê de ji Rûdawê re dîyar kir, “Pirsgirêk ji ber du kompanîyan e, pêştir kompanîya Golden Jaguar li gel Danagaz girêbest pêk anî bû bo dabeşkirina gaz li Kurdistanê. Ew girêbest jî roja 01.01.2020 bi dawî hat. Lêbelê Wezareta Samanên Sirûştî, girêbest bo maweyê mehekê dirêj kir bo ku di vê maweyê de karê xwe radestî kompanîya Sorgaz bike. Kompanîya nû jî rêkarên temam kirin û ti kêşeyek nebû.”

Nebez Ebdulhemîd herwiha got, “Piştî wê demê hikûmetê girêbesta li gel Golden Jaguar hilweşand û kompanîya nû jî roja 01.02.2020 dest bi kar bû. Lêbelê li gel destbikarbûnê, êvarîya heman rojê hêzeke çekdar li nêzikî kêlgeha Kormor li Çemçemalê rê li ber tankeran girt, xwedîyê kompanîyê revand û rê nedan gazê bînin bo Hewlêrê.”

Li gor Qaymiqamê Hewlêrê, kompanîya Golden Jaguar rêgir e bo dabeşkirina gaz û herwiha dibêje, “Kompanîya berê ku piştevanîya serbazî jî heye, rêgir e gaz bê dabeşkirin. Ji ber hindê parêzgarê Hewlêrê yadaştek arasteyî serokayetîya hikûmetê kirîye ku destwerdanê di vê kêşeyê de bike û bi lez çareser bike.”

Berpirsên hikûmetê dibêjin, ew nikarin ti garantîyekê bidin ku kengî kêşe tê çareserkirin. Bextîyar Pişderî, Rêveberê Kargeha Gaza Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, “Niha ji ber kêbirka di navbera kompanîya berê û kompanîya nû de, gaz nayê dabeşkirin. Ji ber wê yekê ez nikarim ti garantîyekê bidim bo dabeşkirina gaz. Her dema ku gaz gihişte destê me, rasterast bi rêya birîkaran em dê dabeş bikin.”

Krîza gazê beyannameyên nerazîbûnê yên hikûmet û firaksîyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li pey xwe anîye. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja Yekşemê, di daxuyanîyekê de ragihand, “Hinek kesan dest avêtine li Germîyan û Silêmanîyê weke kartekî fişarê û rê li ber wê digirin ku gaz bê bo Hewlêr û Duhokê û ev bûye sedema giranbûna nirxê gazê.”

Herwiha fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê heman rojê, bi belavkirina daxuyanîyekê rûdana krîza gazê li Herêma Kurdistanê bi kiryareke ‘mafyawarî’ binav dike ku “dest bi ser gaz de hatîye girtin” û daxwaz dike, “ji ber hez û çavbircîtîya kesekê bo bi destxistina pereyê neyasayî, hemwelatî bac nedin.”

Her li ser vê mijarê, Şêrko Cewdet, Endamê Komîteya Enerjî û Samanên Sirûştî li Parlamentoya Kurdistanê, dibêje, “Me pêdaçûnek li ser vê dosyeyê kirîye. Hêzeke çekdar a perwerdekirî, bi cilûbergên serbazî, li ber çavê desthilatê rêgirî li tankerên kompanîya Sorgaz kirine.”

Şêrko Cewdet herwiha got, “Wê grûpê xwedîyê kompanîyê yê bi navê Bekir Sidîq revandîye, îşkence dane û sê perasuyên wî şikandine. Daxwaza pişkê lê kirine, gef jî lê xwarine ku nabe bi ti awayekê behsa wê hêzê û pişkê bike ku wê hêzê xwestîye.”

Elî Hemesalih, Serokê Komîteya Enerjî, Samanên Sirûştî, Pîşesazî û Bazirganî li Parlamentoya Kurdistanê, roja şemîya derbasbûyî, di daxuyanîyekê de, mizgînîya nemana qeyrana gazê ragihand, lêbelê roja piştî wê, beyannameyeke nû belav kir û aşkere kir, “Ew cihê serincê ye, rêveberîya giştî ya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) bi xwe rêkevtîye li gel vê kompanyayê, bi rêjeya ji sedî 40 vê kompanîyê şirîk e ku îhale bo der çûye ku wate ji bo çi nahêlin gaz bigihije malan?”

Li gor wê bersiva tund ku malpera ‘Millet Pres’ a nêzîk li Lahûr Şêx Cengî, li ser zarê çavkanîyekî nêzikî YNKê, êvarîya roja Yekşemê belav kirîye, “li pişt van du kompanyayan destê hizb û milmilaneya hizbî û şerê petrol û gazê yê herdu navçeyên zer û kesk bi aşkere dîyar e.”

Ew beyanname, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke ‘Berdevkê Hikûmeta PDKê’ binav dike û dibêje, “Êdî nikarin çawa mafyasa petrola Kurdistanê didizin, gazê jî bidizin.”

Kompanîya Golden Jaguar ku berê gaz bi ser parêzgehan de dabeş dikir, red dike ku ew çavkanîya krîza gazê bin li Hewlêr û Duhokê. Birader Mihemed, Rêveberê Beşa Firotinê li kompanyaya Golden Jaguar, ji Rûdawê re ragihand, “Girêbesta me roja 31.12.2019 temam bû. Kompanîya nû pare nedabû, tupên wan temam nebûn, meydana wan jî nebû. Ji ber wê yekê, Wezareta Samanên Sirûştî bi xwe girêbest heta 31.01.2020 li gel me nû kir. Me jî ji bo ku qeyran çê nebe, qebûl kir û niha jî me rêgirî li wê kompanîyê nekirîye û nakin jî.”

Lêbelê beyannemaya çavkanîya ‘nêzîk’ li YNKê gotineke din heye û dibêje, “YNK, rê bi ti kes, desthilat û alîyekê nade, serwet û samanên navçeya kesk talan bike. Di bin sîbera YNK a bihêz de, PDKê ew hêza berê namîne serxan û jêrxaneya navçeya Kesk dagîr bike û rojek jî tê hemû Kurdistan ji dest gendel û neftxwar û mafyayên nav PDKê radipere.”

Çavkanîyê nêzîk li YNKê dibêje jî, “Niha PDK, hikûmet û parlamento, dixwazin gaza Kurdistanê bidizin û rêyekê bo wê dizîyê bibînin. Hatin behsa şefafîyet û nûkirina îhaleyê dikin. Tesedifa mezin jî ew e îhaleya ku PDK dibêje bo xelkê asayî bi navê veguhastina gaza Kormorê der çûye, bi efserekî Parastinê hatîye dayîn.”

Ev jî tê wê wateyê ku dûr e pirsgirêka gazê di demeke nêzîk de çareser bibe.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin