Krîstiyanên Mûsilê: Ti kes alîkariya me nake

Krîstiyanên Mûsilê: Ti kes alîkariya me nake

.

A+A-

Beşek ji welatiyên Kristiyan yên Mûsilê ku koçberê Herêma Kurdistanê bibûn careke din vedgerin ser mal û mulkên xwe, lê piraniya xaniyên wan hatine wêrankirin. Ew welatî dibêjin, DAIŞê xaniyên wan wêran kirine û daxwaza alîkariyê ji bo nûjenkirina xaniyên xwe dikin.

Heta niha ji welatiyên Krîstiyan tenê 50 malbat vegeriyane Mûsilê, Qeşeyek dibêje, heta ku xizmetguzarî neyên pêşkêş kirin û kenîse û dêr neyên nûjenkirin, welatiyên Kiristyan venagerin bajêr. Bi seredana Papayê Vatîkanê ji bo Mûsilê sê kenîse têne nûjenkirin.

Yûsif Kibrîl piştê şeş caêan cara yekê ye ligel hevjîna xwe xaniyê xwe yê wêrankirinê dibîne ku 20 salan tê de jiyana xwe derbas kirine.

Fermanberê hikûmetê yê xanenişînkiriî Yûsif Kirîl dibêje: “Ev mala min e li Mûsilê, min bi pereyê xwe kiriye, min hemû jiyana xwe danî ku ez vî xanîyî bikirm  û min kirrî. Niha ew wêran bûye, ez hatime nav xanî  kes nîne min qerebû bike. Ez dixwazim alîkariya me bê kirin eger pereyekî kêm be ku ez bikarim xaniyê xwe nûjen bikim û mala xwe bînim û têde bijîm lê kes alîkariya me nake. Mûçeyeke 100 hezar dînarî heye ez çawa bikarim debara xwe bikim yan xanî nûjen bikim.”

Heyama hefeyekê malbata Îlham Cuzîf vegerua bo mala xwe, lê mala wî jî wêran bûye û rewşa wî ya aborî jî gelek xirab e.

Îlham Cuzîf diyar kir ku malbata wî ji pênc kesan pêk tê û got: “Em kirîstiyanên Mûsilê ne û em vegeriyane, lê malên me wêran in, rewşa me ya aborî gelek xerab e û kes alîkariya me nake û xizmetguzarî pir kêm in.”

Piştî kontrolkirina Mûsil bi tenê 50 malbatên Krîstiyan vegeryana Mûsil bo ser mal û milkên xwe.

11 kenîse û 12 dêrên kristyane li nava Mûsilê de hebûne piştî kontrolkirina Mûsil cara yekê ye dû kenîsên kristyane li li bajarê têne nûkirin. Qeşe û metranên Mûsil û deşta Neynewa hewl didin çar kenîseyên din  îsal li Mûsilê nûjen bkin.

Qeşeyê Kristiyanan li Mûsilê Şahir Nurî jî dibêje: “Mûsil ne amadeye, beşek ji xelkê bi tirisin, gelek kar ji bo Mûsilê divê, divê Dêr û xanî  ji nû ve bên avakirin heta ku xelk vegerin.”

Sedema nevegeryana koçberên krîstyanên Mûsil jber 2 sedeman e yek nebûna ewlekarî û du neavakirina cihên ayinî.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin