Kremlîn: "Wê Putin bi sekreterê NY Antonio Guterres re hevdîtin bike”

Kremlîn: "Wê Putin bi sekreterê NY Antonio Guterres re hevdîtin bike”

.

A+A-

 Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres berê ragihandibû ku dixwaze bi serokê dewleta Rûsyayê bi Valdimir Putin û serokê Ûkraynayê bi Vladimir Zelenskiy re hevdîtinan bike. Li ser daxwazê ji Kremlînê bersiva Guterres ji aliyê berdevkê qesrê Dmitriy Peskov de hat dayîn.

Peskov di daxwuyaniya xwe de got ku wê Putin di 26 ê nîsanê de, bi sekreterê giştî yê NY Guterres re hevdîtin bike. Hevdîtina her duyan wê li Moskovayê bibe. Peskov di mijarê de weha got:

“Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ji bo wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin bike, wê di 26 ê nîsanê de were Moskovayê. Wê serokê Rûsya Valdimir Putin jî pêre hevdîtin bike.”

Baregeha Neteweyên Yekgirtî jî li ser hevdîtinê daxwuyaniyekî weha da:

“Wê sekreterê NY di 25 ê nîsanê de seredana Rûsyayê bike. Wê Antonio Guterres, bi wezîrê karên derve yê Rûsya bi Sergey Lavrov re civînekî xebatê bike. Wê sekreterê giştî ji aliyê serokê Rûsya Putin ve bê qebûl kirin.”

Ji bo hevdîtinên bi Kîevê re têkiliyên navbera NY û Ûkraynayê dewam dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin