Kremlin: Ger HSD venekişe dikare bi Tirkîye re rûbirû bimîne

Kremlin: Ger HSD venekişe dikare bi Tirkîye re rûbirû bimîne

Krêmlin radigihîne, ger Hêzên Kurdî xwe ji ser sînorê TirkÎyê venekşîn in, Rûsya û Sûrîye nakevin navbeyna wan û Tirkîyê û dê li hember Tirkîyê rûbirû bimînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Peyvdarê Koçka Serokatîya Rûsyayê Krêmlin, Dîmîtrî Peskov ji rojnamevanan re ragihand, niha proseya belavkirina hêzên û alavên leşkerî yên Rûsya û hêzên zêrevanên sînor yên Sûrîyê, li cihên destinîşankirî tên belav kirin, û ew yek karek baş e.

 

Navborî herweha got, niha karek mezin tê kirin, ji bo dûrxistina Hêzên Kurdî ji bo nav Sûrîyê. Lê dûr nabîn e, ku li qonax a yekem hinek alozî çêbibin. Tekez kir, eger HSD ji ser sînorê Tirkîyê venekişe, Rûsya û Sûrîyê nakevin navbeyna wan û Tirkîyê, û dê li himber Tirkîyê rûbirû bimîn in.

 

Yek ji xalên rêkeftina Serokomarê Tirkîyê Receb Tayyib Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin, vekşandina Hêzên Sûrîya Demukrat ji ser sînorê Tirkîyê û encamdan a gerên çavdêrîyê ji aliyê polîsên leşkerî yên Rûsya û zêrevanên sînorî yên Sûrîyê ye

Çavkanî: Kurdistan24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin