Kovara Zrîngê êdî çap nabe

Kovara Zrîngê êdî çap nabe

.

A+A-

Bandora nexweşiya koronayê (Covid-19) ya li ser jiyana mirovan dewam dike. Korona li aliyekî teşe dide jiyanê û li aliyê din jî sazî û dezgeh li gorî koronayê xebatên xwe dikin û guhertinan pêk tînin. Kovara Zrîngê ku heta niha 12 hejmar derketiye ragihand ku dê ji ber nexweşiya koronayê weşana xwe ya çapkirî bi dawî bikin û li gorî şert û mercan dê pêşerojê bi şêweyekî din xebatên xwe bidomînin.

Yekem xêzeromana kurdî Zrîngê di cotmeha 2019’an de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî, bi 32 rûpelan û bi awayekî mehane dest bi weşana xwe kir. Di warê kovargeriya kurdî de wekî xêzeromana yekemîn cihê xwe girt û heta demekê berdewam kir. Kovara Zrîngê ku li Amedê derdiket piştî hejmara xwe ya 12’an dawî li weşana xwa ye çapê anî.

Kovara Zrîngê heta hejmara 6’an weşana xwe domand lê ji ber şewba koronayê bi awayekî mecbûr ma ku navber bide weşana xwe. Zrîngê piştî 7 mehan vê carê bi formateke nû dest bi weşana xwe kir. Kovara ku berê wekî xêzeroman derdiket vê carê di çarçoveya kovareke mîzahî û qerfî de derket. Zrîngê heta dawî li weşana xwe bîne cih da gelek xêzkaran. Kovar bi temamî 12 hejmar derketin.

Kovara Zrîngê vê carê jî ji ber rewşa pandemiyê mecbûr ma ku weşana xwe ya çapkirî bi dawî bike. Ji ber ku rêjeyên nexweşiyê her diçe zêdetir dibin kovara Zrîngê nexwest xwendevanên xwe bi talûkeya nexweşiyê re rû bi rû bihêle. Bi vê yekê re jî şert û mercên aboriya kovarê jî derfeta domandina weşanê neda ku Zrîng dewam bike. Di demên pêş de, bi bidestxistina şert û mercên erênî û li ser daxwaza xwendevanan ekîba kovarê dibe ku xebatên xwe yên dîjîtal û an jî şêweyekî din berdewam bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin