Kovara TIME bûyerên Pirsusê şîrove kir

Kovara TIME bûyerên Pirsusê şîrove kir

Kovara Amerîkî TIME di derbarê bûyera li navçeya Pirsusê ya Rihayê de diyar kir ku saziyên çapamenî yên nêzî hikûmetê berevajî çavkaniyên herêmî agahî radigihînin.

A+A-

Kovara TIMEê ya Amerîkî cih da bûyera doh li navçeya Pirsusê ya Rihayê k udi encamê de 4 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn. Kovarê eşkere kir ku çapameniya dewletê berevajî çavkaniyên herêmî bûyerê radigihînin. Kovarê destnîşan kir ku bûyer piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû hilbêjêrên HDPê hildin markajê pêk hatiye.

 

Nivîsa kovarê wiha ye:

Li gorî ragihandina BCCyê di dema serdana parlamenterê Partiya Dadwerî û Geşadanê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz serdana esnafan a li navçeya Pirsusê ya bajarê Rihayê ku piraniya niştecihên wê kurd in dikir, pevçûn di navbera wan û esnafan de derket.

Li gorî ragihandina Ajansa fermî ya Tirkiyeyê Anadolu Ajansi û çapameniyên nêzî hikûmetê; esnafên kurd êrişî parlamenter û kesên pê re bûne kirine û birayê parlamenter kuştine. Lê li gorî ragihandina BBCyê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, namzed dema ku bi kêfxweşî nehat pêşvazîkirin, parastvanên parlamenter gule reşandine ser esnafan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin