Kovara POPKURDê hejmara xwe ya 10an derxist

Kovara POPKURDê hejmara xwe ya 10an derxist

.

A+A-

Hejmara 10an a Kovara kulturî ya populer POPKURDê wek dijîtal hate weşandin.

E-Kovara POPKURDê di Gulana 2018an da bi hejmara xwe ya ewil daxilî cîhana kovargeriya Kurdî bû û li ser edebiyat, sînema, şano, muzîk, futbol û tîştên derbarê kultura populer a Kurdan de radiweste û xwînerên xwe bi perîyodîkên cuda û bi hejmar û naverokên têr û tije agahdar dike.  

Di berga destpêkê ya hejmara nû ya kovarê de, hevpeyvîna li gel hunermenda bi nav û deng a Kurd a li Rûsyayê, hunermend Zara cih digre.

Zara, di wê hevpeyvînê de li ser huner û muzîka xwe û li ser projeyên xwe yên nû gelek agahiyan ji bo xwînerên Kurd û POPKURDê vedibêje.

Di beşa POPPIRSê de karsaz û aktîvîsta Kurd a ji Qazaxistanê Narîn Nadîrova bersiv dide pirsên klasîk ên kovara POPKURDê.

Her wiha di vê hejmarê de POPKURD bi çend dosyayên wek, “Xerîteya Navdarên Kurd-Navdarên Kurd li ku derê dijîn? û dosyaya sînemager Armanc Dayan a bi navê “Derhênerên Me Niha Çi Dikin? Ku bi 9 derhênerên Kurd re hatine kirin cih digrin.

Her wiha di hejmara nû da, beşên wek “Rapbêjên Kurd Dipeyivin”, “Jenerasyona Z’yê; Ew Jenerasyona Meşhûr”, nivîsa Rodî Ekinci û Wedat Akdaş a bi sernavê, “Çi ye Ev Metaverse!? “, û dîsa wek her hejmarê beşa “Me ji 10 Kesan Pirsî” jî cih digre. Di beşa “Me ji 10 Kesan Pirsî” de pirs jî ev e, “Yekem Berhema Te Bi Kurdî Xwend Kîjan Bû? Te Çi Hîs Kir?”

Li ser navê edîtorên kovarê Mistefa Dogan, Omer Sonmez û Leyla Ozkaplan nivîsekê edîtorî hat belavkirin. Di nivîsa edîtorî de wiha tê gotin: “Merheba xwînerên me yên delal. Piştî navberekê POPKURD bi hejmara xwe ya 10em li ber we ye. Heta ji me hat me xwest naverokeke rengîn û zengîn amade bikin. Em hêvîdar in kêfa we jê re were. Kerem bikin.”

Ji bo jimara 10an a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin;

https://popkurd.files.wordpress.com/2022/04/popkurd-jimar-10.pdf

Navnîşanên Medyaya Civakî ya POPKURDê;

Twitter: @popkurdkovar

İnstagram: @popkurdkovar

Youtube: POP KURD

popkurd.files.wordpress.com

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin