Kovara Jîn: Pêşenga netewbûna Kurdan

Kovara Jîn: Pêşenga netewbûna Kurdan

Li Stenbolê di sala 1918 an de kovareke taybet derdikeve. Taybetmendîya vê kovarê jî ew e ku ew bi 2 zimanan derdikeve. Bu Kurdî û Tirkî. Her wiha di kovarê de herdu zaravayên zimanê Kurdî; Kurmancî û Soranî jî tê bikaranîn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di dema weşana kovarê de Împaratorîya Osmanîyan piştî şerê cîhanê yê yekemîn li ber dawîya jîyana xwe bûye û hêdî hêdî pêvajoya têkçûn û belavbûnê destpêdike. Stenbol di mijdara sala 1918 an de ji alîyê hêzên yekîtîya îttifakê ve dê bihata dagir kirin. Ew hewlên bi navê ummetî pêxemberî, nîjadperestîya Tirkan û alîgirîya rojavayî dê ti encamekê nedaya û dawî dê li Împaratorîya Osmanîyan bihata. Di wextekî  wiha de Kovara Jîn dest bi jîyana xwe dike û beşa wê ya yekem di 7ê mijdara 1918an de digihîje destê xwendekaran. Ango Jîn bi vî hawî dest bi jîyanê dike.

Ji wê rojê û wir de biqasî 25 beş tên çapkirin û di dawîyê de kovar tê girtin. Li weşanxaneya Avestayê îro ew beşên ku hatine çap kirin wek 5 cild hatine arşîvkirin.

Xwedîyê Weşanxaneyê Avestayê Abdullah Keskîn derbarê Kovara Jîn de ji Rûdawê re got: “Piştî îlankirina meşrûtîyetê kovar û rojname û rêxistin û tevger gelek tişt hatin avakirin. Mirov dikare bêje heta niha jî Stenbol paytexta tarîxî yê kultura Kurdî bû. Yanî rojname her çiqas rojnameya Kurdistan yekem jimareya wê li vir derneketibe jî gelek jimarên din û piştre Kurdistaneke din derketibû. Heta şerê yekem ê cîhanê 1914 an tevgereke xurt li gor şertê Osmanî û Stenbolê yê wê demê tevgereke xurt a Kurdayetîyê hebû li vir. Piştî şerê yekem ê cîhanê lawazbûnek, ji ber ku împaratorî bi xwe têk diçû û lawaz dibû vê xwe di jiyana siyasî û kulturî ya Kurdan de  jî nîşan dide.

Tam Jîn jî di demeke wisa de destpêdike. Berbidawîya sala 1918 ango di payiza wê salê de dest bi weşanê dike. Û teqrîben nêzîkî salekê dom dike. 25 hejmar derketine. Zimanê wê bi Kurdî û Tirkî ye. Her çiqas wekî fermî neyê bahskirin jî gelek lêkolîner dibêjin ku ew wekî weşana Kurdistan Tealî ango Komela Peşketinê ya Kurdistanê ye. Wî çaxî hemû giregirên Kurdî çi entellektuelî û kulturî çi ji Seyid Evdilqadir heta bi Emîn Elî Bedirxan û Memdûh Selîm beg ku yekem mesûlê Jîn ê Hemzeyê Muksî ye û dîsa jî li Stenbolê cara yekem Mem û Zîn di 1919 an de çap kirine.”

Armanca derketina Kovara Jîn ji alîyê weşankarê wê ve wisa hatîye ser zimên: “Jîn ne ji bo berjewendîyeke şexsî derdikeve. Armanca kovarê ew e ku mafên gelê Kurd ku bi sedsalane hatine tunekirin bi rêya wêje, sosyolojî û weşanê bîne ser rojevê. Tekane rêya gelê Kurd ku karibe li gor şert û mercên hemdem yê cîhanê bijî ew e ku bi heman rê û îmkanên hemdem xebatek were kirin. Ev jî karê me hêj girantir û zortir dike. Em hêvî dikin ku dê gelê Kurd bi her awayî mil bide xebata me û dê her alîkar be. Serkeftin ji xweda ye”.

Jîn bi vê nêrînê dest bi weşanê kirîye û bitenê salekê weşana xwe berdewam kirîye. Her beşeke wê ji 16 rûpelan pêk tê û berga pêş û paş a kovarê ji karton hatine çêkirin. Bitenê hejmarên 15,16 û 24 her yek ji 24 rûpelan pêk hatine. Di nav nivîskaran de kesên berçav û xuya hebûne wek Xelîl Hayalî, Evdirehman Rehmî, Kemal Fewzî, Ahmed Wehbî, Îhsan Nûrî, Kamûran Elî Bedirxan, Qedîzade Mistefa Şewkî û Evdilleh Cewdet. Tevî van navan Jîn ji bo demeke kin be jî jîyana xwe berdewam kirîye.

Xwedîyê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevik jî dibêje: “Ew însanên wê demê bi mebesta ku bi Kurdî ew jî xebatekê bikin, çalakîyekê bikin û tiştekî bikin ew kovarê derxistine. Zimanê kovarê hem Kurdî hem jî Osmanî bûye. Ji bo Kurdî jî bi zaravayê Kurmancî û Soranî nivîs hatine weşandin. Ev kovara giranbuha biqasî 25 hejmaran derketîye. Ji alîyê Mehmet Emîn Bozarslan ve weke 5 cild hatîye tercumekirin, hatiye latînîzekirin û ji nûde hatîye nivîsandin. Kovara Jîn ê teqrîben berî 100  salî derketîye. Ev kovar di dema xwe de roleke gelekî mezin lîstiye ku ew însanên di wê demê de xebatên netewî kirine û tev tê de nivîsandine.

Meriv nikare çapemenîya îro û ya berê bi hev re muqayese bike. Ji alîyê ziman ve jî, ji alîyê nûçeyan ve jî lê belê dema mirov li naveroka wan dinêre hiç ji yên îro qelstir nîne. Gelek tiştên balkêş hatine gotin. Dema meriv kovara Jîn ê dide ber çapemenîya îro pirsgirêkên wê demê û îro gelekî dişibin hev. Her tiştî dibêjin, ango li ser ziman, wêje û dîrokê ye, li ser xwendin û xwedî derketinê ye. Ew di wê demê de jî rû bi rûyî gelekî pirsgirêkan bûne.”

Hejmara kovarê ya dawîn hejmara 25emîn e. Ew jî di 2yê Cotmeha 1919an de hatiye weşandin. Piştî vê hejmarê kovar hatîye girtin û îiyana xwe bidawî kirîye. Di naveroka kovarê de bi giştî wêje, ol û rewşa aborî ji xwe re cih girtîye. Lê hikûmeta demê zextê danîye ser kovarê û di dawîyê de kovarê daye rawestandin. Yek ji avakarê Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê Hemzeyê Mûksê her 20 hejmarên pêşî weşandîye. Ew 5 hejmarên dawîn jî ji alîyê Memdûh Selim beg ve hatine deranîn. Bi hewleke giranbuha kovar dest bi jîyana xwe dike û kedeke hêja dide pêvajoya netewebûna gelê Kurd. Lê dawîya dawîn tevî temenekî kurt dawî li jîyana wê tê. 

Çavkanî: Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin