Kovara Dılopê bi dosyeya' wêjeya zarokan' derket!

Kovara Dılopê bi dosyeya' wêjeya zarokan' derket!

Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya 9'an derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê di hejmara xwe ya nû ya tîrmeh-gelawêjê de dosyayek li ser wêjeya zarokan bi navê "Di Wêjeya Zarokan De Hêçandin Û Derfet" amadekiye.

A+A-

Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya 9'an derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovarê di hejmara xwe ya nû ya tîrmeh-gelawêjê de dosyayek li ser wêjeya zarokan bi navê "Di Wêjeya Zarokan De Hêçandin Û Derfet" hatiye amadekirin. Di dosyayê de  Mem Bawer, Ferîdûn Bîrgul û Ulku Bîngol li ser meseleyê axivîne û her wiha Berfin Ayşe Ogut û İsmail Dindar jî bi du nivîsên li ser meseleyê keda xwe xistine nav dosyayê.

Ji nivîsên ku bi kurdî hatine weşandin nivîskar Zeyneb Yaş bi sernavê "Berî Radyoya Êrîvanê Sûsika Simo Hebû" nivîseke li ser portreya hunermenda kurd Sûsika Simo nivîsiye.
Mehmet Oncu li ser xwarina Amedê "Parsûya Dagirtî" nivîsa xwe amade kiriye û Cemil Oguz jî li ser derhênerê navdar ê îngilîz ê belgefîlman Sean McAllister û belgefîlmên wî nivîsek nivîsiye. Di nivîsê de McAlliser ku meha borî li Stenbolê bû pêşniyarên ji bo kişandina belgefîlman û rêbazên wan dike.

Recep Maraşli bi nivîseke tirkî "Kurdên Xiristiyan Hene?" nivîsek nivîsiye û li ser meseleyê sekiniye.
Di vê hejmarê de du hevpeyvîn hatine kirin. Yek jê Mehmet Gultekîn ligel hunermenr Nîzamettîn Arîç kiriye. Arîç dibêje "Di hilberîna min de rihê hezaran salan a muzîka kurdî heye."
A din jî Reşo Ronahî ligel Miradê Miradan ku bi dosyaya xwe di Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî de bi ser ketibû axiviye. Miradan dibêje "Ne gengaz e ku Arjen Arî tesîr li ciwanên nola min neke."

Her wiha Bariş Avşar, Receb Dildar, Çîdem Baran, Şeyhmus Diken, Berfê, Nevzat Onaran, Îbrahîm Bulak, Berfîn Ayşe Ogut, Îsmaîl Dîndar, M. Ender Ondeş, Dr. Omer Uluçay, Zerikiyê Licê, Mehmet Bayrak, T. Gul Koksal, Tahir Şilkan, Îbrahîm Karaca, Enver Ozkahraman bi nivîsên xwe di kovarê cih girtine. Her wiha helbestên Ahmet Çakmak, Cemal Sureyya, Rûnak Şiwanî bi wergerkirina kurdî hatine weşandin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin