Kosret Resûl rakirin nexweşxaneyê

Kosret Resûl rakirin nexweşxaneyê

Kosret Resûl îro ji ber rewşa wî ya tendurustî rakirine nexweşxanê û nuha di bin çavdêriya doktoran de ye.

A+A-

Kosret Resûl ji ber rewşa wî ya tendurustî îro rakirine nexweşxanê, li ser tendurustiya wî heta nuha tu agahdarî nehatiye dayîn ji bo çi nexweşiyê rakirine nexweşxanê.

Buroya çapemenî ya cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ragihand, ku îro şemî 11-11-2017, rewşa tendurustiya wî têk çûye û ji ber vê rakirine nexwexaneyê.

Li gorî daxuyaniyê Dr. Dara Reşîd ku yek ji tîma doktoran ku ew kontrol dikin, Kosret Resûl di bin çavdêriya hûr a doktotan de ye û çareseriya pêwîst tê kirin.

Kosret Resûl Elî di sala 1952ê li gundê Şîwaşoka Mezin a navçeya Koyê ji dayik bûye û Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê ye û 40 salên dawîn têkoşîna başûrê Kurdistanê roleke girîng lîstiye. Û di van salên dawîn de di yekrêziya hêzên Kurdistanî û di serketina referandumê de roleke wî yê sereke heye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin