Koşkaspî ji ber xwepêşandanan banga aramîyê kir

Koşkaspî ji ber xwepêşandanan banga aramîyê kir

Koşkaspî îro roja duşemê 01.06.2020an banga rêzgirtina qanûnê û arambûnê kir, di vê demê de xwepêşandanên nerazîbûnê yên ser mirina George Floyd didomin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevka Koşkaspî Kayleigh Mcenany ji Fox News re got ku ew niha pêdivîya rêzgirtina qanûnê ne. Wê rêxistina Antifa, ku komeke dij-faşîst e, bi tundî û tûjîyê tawanbar kir.

Serokê Amerîka Donald Trump jî heman kom roja yekşemê wek terorîst bi nav kiribû. Li ber e Trump îro ligel karbidestên bilind yên ewlekarîyê civînekê pêk bîne û dû re bi walîyên çend eyaletan û rêvebirên polîsan re bi telefonê bipeyîve.

Di xwepêşandanên şeva borî de xwepêşandaran agir li nêzî Koşkaspî vexistibûn û firoşgehên dedorê talan kiribûn.

Dîsa li New York, Atlanta, Los Angeles, Chicago û jimareke bajarên din xwepêşandan berdewam kirin û xwenîşander rastî pêşîgirtina polîsan hatin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin