Koşka Sipî: Me biryara vekişîna ji Sûriyê da!

Koşka Sipî: Me biryara vekişîna ji Sûriyê da!

Koşka Spî ragihand ku em derbasî qonaxa nû ya têkoşîna li dijî DAIŞê dibin û me dest bi vekişandina leşkerên Amerîkayê kir.

A+A-

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Amerîka rêxistina DAIŞê bi temamî têk biriye, lewma qonaxeke nû dest pê dike û Amerîkayê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye.

 

Sarah Sanders diyar dike ku serkeftina bi ser DAIŞê de nayê wateya bidawîbûna Hevpeymaniya Navdewletî.

 

Daxuyaniya Koşka Spî piştî wê yekê hat ku îro çend rayedarên Amerîkayê ji medyayên xwe re eşkere kiribûn ku îdareya Trump biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê daye.

 

Piştre Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîteke xwe de ragihand: “Me li Sûriyê DAIŞ têk bir, ku di dema serokatiya min de yekane sedema mana hêzên me bû li wî welatî.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin