Koray Avcî li ser îdiaya derbarê Ala Kurdistanê de bertek nîşan da

Koray Avcî li ser îdiaya derbarê Ala Kurdistanê de bertek nîşan da

Stranbêje tirk Koray Avcî îdiya ku dibêje wî daxwaza rakirin û nehêlana Ala Kurdistanê li ser bînayê Şanoya Romanî ya li Silêmaniyê kiriye, red dike.

A+A-

Stranbêje tirk Koray Avcî îdiya ku dibêje wî daxwaza rakirin û nehêlana Ala Kurdistanê li ser bînayê Şanoya Romanî ya li Silêmaniyê kiriye, red dike.

 

Stranbêje tirk Koray Avcî li ser hesabê xwe yê twitterê, derbarê dengoya di torên civakî de ku behsa wê yekê dike, di konsêrta wî ya li Silêmaniyê de, li ser daxwaza wî Ala Kurdistanê hatiye rakirin, daxuyaniyek belav kir.

 

Koray Avcî red dike ku di konsêrta wî de Ala Kurdistanê li avahiya Şanoya Romanî ya li Silêmaniyê hatibe rakirin.

 

Avcî dibêje: “Ez niha hişyar bûm! Min nûçe xwendin. Konserta ku me li Silêmaniyê saz kirî ti ciyawaziya wê ji yên din nebû. Em çûn, weke ku me plan kirî konsera xwe da, em kêfxweş bûn, me ew kêfxweş kirin û em vegeriyan. Nûçeyên di torên civakî de bêbinyat in.”

 

Stranbêjê tirk herwiha spasiya kesên li Şanoya Romanî ya li Silêmaniyê p Otela Grand Millenium beşdarî konerta wî bûne dike.

 

Li Başûrê Kurdistanê di torên civakî de dengoyek belav bûye, ku behsa wê yekê dike, di konserta stranbêjê tirk Koray Avcî de ku li Şanoya Romanî ya Silêmaniyê hatiye lidarxistin, li ser daxwaza wî stranbêjê tirk, Ala Kurdistanê hatiye rakirin.

 

Piştî vê dengoyê Rêveberiya Şanoya Romanî bi daxuyaniyekê red kiribû ku di konserta Koray Avcî de Ala Kurdistanê hatibe jêbirin û tekez kiriye, her di bingeh de, Ala Kurdistanê li ser bînaya Şanoya Romanî nehatiye bilindkirin.

 

Rêveberê Şanoya Romanî, Serdar Xidir gotibû: "Em ji hemû aliyan re radigihînin ku di konsêrta Koray Avcî de li nava Şanoya Romanî bi ti awayî Ala Kurdistanê nehatiye jêbirin. Di esas de li ser Şanoya Romanî, Ala Kurdistanê nehatiye danîn, li ser banê Şanoya Romanî jî Ala Kurdistanê nehatiye danîn.

  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin