Konsolê Amerîka: Emê li ser piştevanîkirina Kurdistan û Pêşmerge berdewam bin

Konsolê Amerîka: Emê li ser piştevanîkirina Kurdistan û Pêşmerge berdewam bin

.

A+A-

Konsolê Amerîka li Herêma Kurdistanê ragihand, ewê li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û Pêşmerge berdewam bin.

Navenda medyayî ya Wezareta Pêşmerge ragihandiye, wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl îro pêşwazî li konsolê Amerîka li Hewlêrê Robert Paladîno û şanda serbazî pê re kir.

Di daxuyaniya navendê de hatiye gotin, wezîrê Pêşmerge pesnê hewl û pêngavên niha û berê yên hêzên Amerîka û hikûmeta wî welatî kir ji ber rola wan ya berçav di şerê teror û alîkarîkirina Pêşmerge de.

Wezîrê Pêşmerge her wiha bi germî pêşwazî li danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê kir ku nûnerê Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge de jî tê de beşdar bû û ragihand, ew pêngav nîşan dide ku Amerîka dilsozane pabendî parastina asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Li gorî daxuyaniyê, konsolê Amerîka jî ragihand, Amerîka di şerê terorê û parastina asayiş û aramiyê de li ser alîkarîkirina Iraq, Herêma Kurdistanê û Pêşmerge berdewam dibe.

Konsolê Amerîka her wiha got, em dixwazin bibin faktoreka girîng di navbera Hewlêrê û Bexdayê de bo pêşvebirina pêwendiyên wan û nehîştina pirsgirêkên wan.

Di civîna wezîrê Pêşmerge û şanda Amerîkî de behsa çakasaziyê Wezareta Pêşmerge û mijara navendên hevbeş yên ewlehiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî hat kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin