Konseya Ewropayê bersiva Erdoğanî da!

Konseya Ewropayê bersiva Erdoğanî da!

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Daniel Holtgen li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê biryara DMME ya bo azadkirina Selahattin Demirtaş de peyamek parve kir.

A+A-

Daniel Holtgen di peyama xwe de got: “Li gor xala 46em a rêkevtinê hemû dewletên endam pabendê biryarên dadgehê ne.”

 

Parêzerên Selahattin Demirtaş bi hinceta binpêkirina mafên Demirtaş ên azadî, ewlehî, darizandin û hilbijartinê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.

 

Dadgehê îro biryara xwe ya di derbarê Selahattin Demirtaş de da û ragihand, ku girtina wî li dijî hiqûqa navxweyî û navdewletî ye û daxwaz ji Tirkiyê kir, bo berdewamkirina girtina wî heta ku hincet û belgeyên nû neyên pêşkeşkirin, divê Demirtaş di demeke herî nêzîk de were azadkirin.

 

Dadgeha Ewropayî di biryara xwe de da xuyakirin, ku mafên Demirtaş ên girtina dimdirêj û hibijartinê û xala 18emîn a Rêkevtina Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin û herwiha Tirkiye dê 10 hezar euro qerebûya manewî û 15 hezar euro jî bo mesrefên dozê bide.

 

Li ser vê biryara DMME Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan anî ziman ku ev biryar Tirkiyê eleqeder nake û got, em dê hemleya xwe ya li dijî vê biryarê bidin. Herwiha Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul jî da xuyakirin, ku dive ew pêşiyê vê biryara Dadgeha Ewropayê bibînin û got, biryara dawiyê dê ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve were dayîn.

 

Li gel vê yekê parêzêrên Selahattin Demirtaş piştî biryara DMME bo azadkirina Demirtaş serî li 19emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê da.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin