• Diyarbakır 5 °C
  • Batman 5 °C
  • Hakkari -3 °C
  • Şırnak 1 °C
  • Ağrı -5 °C

Kongreya yekîtiya kurdên sovyeta berê

Kongreya yekîtiya kurdên sovyeta berê
Armanca kongreyê ew e ku hewl û xebatên yekîtiya kurdên sovyeta berê bikin yek.

Deklerasyona damezrîna KONGREYA KURDAN

 

Kurdên ku li ser erdên Împaratoriya Rûsyayê û Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst jiyane, niştecihên qedîm ên Kafkasyayê û di heman demê jî, yek ji kevnartirin komên kurdan ên li cihanê ne. Civaka kurd di serdema Sovyetê de xizmeteke mezin li parastin û pêşvebirina ziman, edebiyat û çandê kiriye. Rojnameya Riya Teze û Radyoya Kurdî ya Yêrevanê li seranserê Kurdistanê nav û hurmeteke mezin bidest xistine, hatine qebûlkirin û roleke mezin di jiyana civaka kurdên Sovyetê de listine, her weha saziyên han bandoreke mezin li hişyarbûna neteweyî ya li Kurdistanê kirine. Yek ji qonaxên girîng ên di dîroka kurdên Sovyeta berê de jî ew e ku li bajarê Komara Azerbaycanê Şûşê di teknîkûmê de beşekî ji bo perwerdekirına kadroyên neteweyî yên kurdan hat vekirin. Kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê bi asta perwerdehiya bilind û potansiyela xwe ya entellektûelî li her çar perçeyên Kurdistan û li tevaya cihana kurdan qedir û qîmeteke mezin bi dest xistine.

    16’ê Tîrmeha sala 1923`ê bi biryarnameya Dîwana Serokatiya Komîteya Navendî ya Rêveberiya Komara Sovyeta Sosyalista Azerbaycanê, Qezaya Kurdistanê hate îlankirin ku bi navê “Kurdistana Sor” jî tê naskirin. Li vê derê rojnameya “Sovyet Kurdistanı” (Kurdistana Sovyetê) dihat çapkirin, teatra netewî û dezgehên din ên çandî xebatên xwe bi rêve dibirn. Lê belê sala 1930`yê statuya Qezaya Kurdistanê bi statuya “deverê” hat guhertin û paşê jî ji binî ve hat betalkirin. Kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê, tevî gelên din ên Sovyetê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de (1941-1945) li dijî faşîzmê bi awayeke qehremanî şer kirine û bi hezarên ji wan li qadên şer bi awayeke wêrekane jiyana xwe ji dest dane.

Di dîroka kurdên Yekîtiya Sovyetê ya berê de tevî destkeftan, pet-kotekî û sirgun jî bûne para wan. Kurd, sala 1937ê ji Azerbaycan û Ermenistanê, sala 1944ê jî, ji Gurcistanê ber bi welatên Asya Navîn û Kazakistanê ve têne sirgunkirin. Piştî Şerê Qerebaxê bi hezaran malbatên kurd ji Qezaya Kurdistana berê, navçeyên Qerebaxê û Ermenistanê ji neçarî terka cih û warên xwe kirine, zext li wan hatiye kirin ku terkeserê dinyayê bibin.

 Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê kurd neçar man ku di nav sînorên wan dewletên netewî de bijîn, yên ku serxwebûna xwe nû bi dest xistine. Pirsgirêkên siyasî û aborî yên ku bi hilweşîna Sovyetê derketin holê bandorekî mezin li jiyana kurdên hemwelatiyên wan dewletên nû yên serbixwe kirin. Di encamê de koça kurdan ber bi Rûsya, dewletên Ewropa, Emerîka û dewletên din zêdetir bû. Ji ber vê yekê jî di destpêka salên 90`î yên sedsala borî de derfeta kurdên Sovyeta berê ji bo parastin û pêşvebirina çanda xwe û meşandina xebatên civakî yekcar kêmtir bû. Piştî adaptebûna di komarên nû de, ku jê re maweyekê pêwîst bû, bi destpêşxeriya kurdên welatperwer li piraniya dewletên sovyeta berê gelek rêxstinên kurdî hatin damezrandin.

 Kurdistana ku sala 1923`yê bi Peymana Lozanê hatiye perçekirin, vê gavê ketiye asteke nû ya pêşveçûnê. Îro Başûrê Kurdistanê (Îraq) gihîştiye statuya endameke sîstema navneteweyî û êdî tê pejirandin. Li Kurdistana Rojava (Suriye), Bakûr (Tirkiye) û Rojhilat (Îran) tevgerên kurdan bandora xwe li proseya siyaseta navxweyî ya wan welatan dikin. Têkoşîna demdirêj a ji bo mafên neteweyî li hemû parçeyên Kurdistanê êdî gihîştiye wê astê ku hêviya gelê kurd a ji bo serxwebûnê dikare di pratîkê û di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de pêk were.

 Di van demen dawî de peywendiyên rêxistinên kurdên Sovyeta berê bi partî û rêxistinên Kurdistanî re, her weha bi sazî û dezgehên kurdî yên diyasporayê yên li seranserê dinyayê re bi awayekî berbiçav xurtir bûye û bi serkeftî pêş ve diçe.

   Em, di çarçoveya hizrên jorgotî û her weha bi berçavgirtina guhertinên mezin ên di rewşa gelê kurd a di qada navneteweyî de pêwîst dibînin ku hemû hewl û xebatên xwe ji bo yekîtiya kurdên sovyeta berê bikin yek. Ji ber van pêwîstiyan em damezrîna KONGREYA KOMELEYÊN KURDAN radigihînin.

Armancaên damezrandina Kongreya Komeleyên Kurdan ev in:

• Bi armanca parastina nasname, çand û ziman û mafên netewî yên kurdan û ji bo xurtkirina peywendiyên bi kurdên seranserê dinyayê re, xurtkirina peywendî û hevkarî û konsolîdasyona di navbera sazî û dezgehên kurdî, her weha kesayetên cuda yên li welatên Sovyeta berê de;

• Dabînkirina xurtbûna yekîtî û ittifaqa kurdên Sovyeta berê bêyî tercîhên wan ên îdeolojîk û nasnameyên wan ên rêxistinî û olî;

• Dabînkirina xurtbûna hevrêzî, pêbawerî, hevkarî û piştevaniya di navbera hemû gelên li welatên Sovyeta berê û nûnerên gelê kurd de yên ku li wan welatan dijîn, ji bo berjewendiya xweşhalî û pêşveçûna wan;

• Dabînkirina pêşvebirina peywendiyên çandî, aborî û xurtkirina dostaniya di navbera hemwelatiyên dewletên Yekîtiya Sovyetê ya berê û nûnerên civakî, hunermend, zanyar û karsazên Herêma Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojava û her weha partiyên sîyasî û rêxistinên çandî yên li Tirkiye û Îranê, her weha komelên kurd ên li seranserî cîhanê de.

  Em her weha radigihînin, ku ji bo organîzekirina Konferansa Damezrîner, `Komîteya Amadekar a Konferansê` hatiye sazkirin. Komîteya Amadekar ji bo pêkanîna Konferansa Damezrîner a Kongreya Komeleyên Kurdan wê xebatên teknîkî pêk bîne û pêşnûmeya belgeyên damezrîner û belgeyên din amade bike.

 Ev Deklerasyon ji bo îmzekirinê ji hemû sazî û rêxistin û her weha ji hemû nûnerên civaka kurdan re vekiriye.

 Bijî Yekitiya Gelê Kurd!

Îmze:

Abdulla Şamoyî – helbestvan (Kazaxistan, Almaatı)

Adilê Camal – rojnameger (Azerbaycan, Laçin)

Azîz Davudov – mîralay (Kirgizîstan, Bişkek)

Azîzê Zîyo Badîrxan – professor, karsaz, serokê yekemin ê Yêkitiya Kurdên Kazaxistanê (Kazaxistan, Almaati)

Azîz Askaryan – hunermendê gel ê Rûsya (Rûsya, Moskova)

Aliyê Mistefa Aliyêv – karsaz (Kirgizîstan, Bişkek)

Avcî Aliyev – dadmend (Kirgizîstan, Bişkek)

Albîna Rûstêmova – aktivîst (Rûsya, Moskova)

Emerîkê Serdar – nivîskar û gojnamevan (Eermenistan, Erîvan)

Esgerê Boyîk – nivîskar (Belçika)

Aslîka Qadir – hunermend (Ermenistan)

Bariye Bala – helbestvan (Kazaxistan, Almati)

Bariyê Refo – karsaz (Kazaxistan, Astana)

Besê Ceferova – wênekêş (Gurcîstan, Tîflîs)

Bêlla Stûrkî – rojnamevan, redaktor bernameya Kurda “Ronkayî” (Gurcîstan, Tîflîs)

Wekil Mustafayêv – serokê tevgera azadiya Kurdistana Qafqasya (Îtalya)

Vîtalîy Nebiyêv (Ankosî) – gojnameger (Fransa)

Hejarê Şamil (Gajar Askerov) – rojnameger, nivîskar, editorê malpera kurdistan-post, xwediyê weşanxaneya “Zengezûr”, redaktorê berpirsiyar ê kovara ‘Nûbar’ (Azerbaycan / Rûsya)

Hesenê Hecîsilêman – rojnameger, rêdaktorê sereke ê rojname “Jiyana Kurd’ (Kazaxistan, Almaati)

Georgiy Gasanov – Serokê Yekîtiya Kurdan a Navnetewî . (Ûkrayna, Kiêv)

Gulşan Xelîlova – dîrektora weşanxaneya “Zêngezûr” (Kazaxistan, Almaati)

Gulnara Axmêdova – aktivist (Kazaxistan, Astana)

Husêyin Alîyêv – mîralay (Kirgizîstan, Bişkek)

Davîd Nabîyev – avukat (Rûsya, Moskova)

Danial Saarî – wergêr ( Kazaxistan, Almaati)

Dmitriy Xudoyêv  – serokê navenda çanda kurd ê Kavkasiya (Gurcîstan, Tiflîs)

Îdrîs Osmanov – şampiyonê cîhanê û Ewrûpa ê kîkboksê û hosteyê werzîşê (Rûsya, Krasnodar)

Îkram Davudov – karsaz (Kazaxistan, Almaati)

Kamîz Şeddadî – rojnameger, redaktorê radyoyê “Dengê Rûsya”.

Knyazê Îbrahim Mîrzoyêv – professor, akademisyen, Serokê Yekitiya Kurdên Kazaxistanê, cigîrê Asambleya Gelên Kazaxistanê (Kazaxistan, Almaati)

Lêyla Çêldargûşî – nûnera ‘Mala Êzîdîyên Bêlçîka’ (Belçîka)

Mamêd Mamêdov – karsaz (Kirgizîstan, Bişkek)

Mamêd Osmanov – mîralay (Kirgizîstan, Bişkek)

Marûf Aslanov – aktivîst (Rûsya, Moskova)

Mehmedê Misto – professor (Kazaxistan, Almaati)

Mîkaîl Nadîrov – Serokê kluba werzîşê ‘Saladdin’, hoseyê werzîşê emekdar (Kazaxistan, Almaati)

Mirazê Cemal – rojnamevan, xebatkarê rojname ‘Rîya Teze’ (Ermenistan, Erîvan)

Nadîrê Kerem Nadîrov – professor, akademisyen, zanyarê binavûdeng (Kazaxistan, Almaati)

Nazîm Gasanov – serokê Yekîtiya Ciwana herêma Svêrdlovsk (Rûsya, Svêrdlovsk)

Nîjadê Bekîr Cebrayîlov – serokê Komeleya Ciwana “Rojhat” (Azerbaycan, Laçin)

Nofel Edalet – nivîskar (Azerbaycan, Kelbecer)

Nûra Sardaryan (Nûra Emerîk) – wergêr, endama Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê (Ermenîstan, Erîvan)

Ramazanê Kerîm Osmanov – siyasetmedar (Kurdistana Başûr)

Ramazan Seyîdov – serokê Yektitiya Kurdên Kirgizîstanê “Mîdya” (Kirgizîstan, Bişkek)

Rasûl Mamedov – doktor zanyariya bijîşkî (Kirgizîstan, Bîşkek)

Rustam Osmanov – pexşanger, siyasetmedar, pisporê pêwendiya navnetewî (Rûsya, Krasnodar)

Rustam Pêrêyêv – karsaz (Rûsya, Tambov)

Samvêl Koçoyî – doktorê zanyariya hiqûqê, professor, akademisyen (Rûsya, Moskova)

Sêymûr Alxanov – edîtorê berê ê rojnameya “Dengê Kurd”

Siyabend Kaloyêv – serokê şaxa Almaati ê Yekîtiya Kurdên Kazaxistanê

Talabani Hasanov – bijîşk û karsaz (Kazaxistan, Almaati)

Tara Mamedova – hunermend (Firansa)

Teymûraz Avdoyêv – pexşanger, lêkolîner (Rûsya, Tûapsê)

Temûrê Xelîl – rojnameger, xebatkarê berê ê rojname ‘Rîya Teze’ (Swed)

Temûr Raşoyêv – endamê fexrî akadêmiya hünere ê Rûsya (Rûsya, Moskova)

Tosinê Reşîd – helbestvan (Avûstraliya)

Ûsêyînê Elî Xelîlov (Kirgizîstan, Bişkek)

Yûnîs Osmanov – werzîşvan, şampyonê cihanê û Evropa (Rûsya, Krasnodar) 

Yûriy Nebiyêv – Serokê Komeleya hevkarî û piştevaniya bi gele kurd re (Rûsya, Moskova)

Yûriy Nebiyêv – avukat (Rûsya, Moskova)

Yasin Mîroniçêv – serokê şaxa Oş ê Yekitiya Kurdên Kirgizîstanê (Kirgizîstan, Oş)

Ev nûçe 883 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din