Kongreya Yekem ya Navçeya Navendî ya Mûşê ya PAKê li dar ket

Kongreya Yekem ya Navçeya Navendî ya Mûşê ya PAKê li dar ket

PAK bûye ekolek, PAK bûye navendeke esasî. Pêwîstîya welatê me Kurdistanê, pêwîstîya gelê me bi vê sîyaseta paqij heye.

A+A-

Îro (13.08.2016) di saet  14:00an de  Teşkîlata Navçeya Navendî ya Mûşê ya PAKê di Kongreya xwe ya yekemîn de, bi beşdarîya endamên  xwe rêveberîya xwe helbijart.

Piştî hilbijartina dîwanê, bi xwendina sirûda netewî  ‘’Ey Reqîb’’ û rêzgirtna jibo pakîya canê şehîdên azadîya Kurdistanê Kongreyê destpê kir.

Piştê xwendina  sirûda netewî  û rêzgirtinê, mesaja Serokê Giştî ya PAKê Mustafa Özçelik hate xwendinê. Mustafa Özçelik di mesaja xwe de weha got:

‘’ Hevalên Hêja;

Ez bawer dikim ku di pêşveçûn û geşbûna PAKê de wek navçeyên din dê kongreya we jî roleke giring bigire.

PAK di vê dema bihurî de bi bernameya xwe, bi siyaseta xwe, bi çalakbûna xwe û bi fedekarîya rêveber û endamên xwe ve , li Bakurê Kurdistanê  cîhekî  xwe yê taybet hebûye;  PAK bûye ekolek, PAK bûye navendeke esasî. Pêwîstîya welatê me Kurdistanê, pêwîstîya gelê me bi vê sîyaseta paqij heye.

Di vê meşê de, Kongreyên me yên navçe û bajaran pir girîng in. Jibo nûbûn û berfirehbûna PAKê wazîfeyeke giran li ser milê we ye.

Ez bawer dikim ev kongreya we dê bibe destpêka PAKeke xurtir jî

Jibo gênc û jin di rêveberîya PAKê de cîh bistînin, îro destpêkeke.

Bawer dikim ku Kongreya we jibo coş û heyecana Kongreya Giştî û jibo Meclîsa nû ya PAKê dê bibe gaveke giring .

PAK divê bi rêz û hurmet li keda hemû damezranêr, endam û rêveberên xwe xwedî derkeve. Em giş wek aileyeke ne. Û divê her weha jî berdewam be.

Bi hestên xwe yên Kurdistanî  serkeftinê ji kongreyâ we re dixwazim.

Ji nuha ve rêveberîya nû ya Navçeya Navendî ya Mûş’ê pîroz dikim."

 

Piştî xwendina mesaja Serokê Giştî yê PAKê,  li gor rêza rojevê, rapora kar ya navçeyê hate xwendin û bi piranîya dengan hate pejirandinê.

Li dûv pejirandina raporê, ji bo hilbijartina rêveberîya nû ya Navçeya Navendî delegeyan  dengên xwe dan. Û bi piranîya dengan navên li jêr hatin helbijartinê.

Di serokayetîya  Güven Subaşî  de, Selma Akar, Umut Koca, Metin Şenyürek, Yakup Çakıcı, Engin Emre û Hüseyin Bingöl ji bo rêveberîyê hatin helbijartinê.

Di beşa daxwaz û hêvîyan de gelek endaman daxwaz û hêvîyên xwe anîn ziman.

Herwiha, piştê helbijartina rêveberîyê, serokê rêveberîyê Güven Subaşî li gel sipasîya xwe ya li endaman, axaftineki kurt kir.

Kongre di atmosfereke xweş, bi awayekî berhemdar bidawî hat.

 

mus-merkez-ilce-kongresi1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin