Kongreya Soçiyê bê ENKS û TEVDEMê tê lidarxistin

Kongreya Soçiyê bê ENKS û TEVDEMê tê lidarxistin

Îro Kongreya Soçiyê ya Diyaloga Niştimanî Sûrî, bêyî amadebûna Encûmena Niştimanî Kurdî û Îtîlafa Opozisyonê birêve diçe.

A+A-

Berî niha jî, ji ber nerazîbûna Tirkiyê PYD û TEVDEM ji bo kongirê Sochi nehatin vexwendin û tevî ku endamê komîta rêvebir ya PKKê Murad Karayilan ji TEVDEMê re gotibû: "Heger TEVDEM bê vexwendin, divê ew beşdar bibe, ji ber ku ew kongir giring e. Lê TEVDEM nehat vexwendin".

Li aliyê din, tevî ku Opozisyona Sûryê hatibû vexwendin, lê Îtîlafa Opozisyona Sûryê û Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê (ENKS) ku beşekî Îtîlafê ye, red kirin ku beşdarî wî kongirî bibin.

Ajansa Interfax rusyê ragihand, şanda Hikûmeta Sûryê ya ku di her demê de Beşar Ceiferî serokatiya wê dike, li Sochi amade nabe, lê vê carê wê şanda Hikûmetê bi serokatiya şêwermendê wezîrê derve yê Sûryê Farûq Ernûs be, herweha wê şanderê Netewên Yekgirtî ji bo Sûrya Staffan De Mistura beşdar bibe, ji opozisyona hindir jî, wê platform Astana û ya Mosko amade bibe.

Hat ragihandin jî, ku weîzêr derve yê Rûsya Sergey Lavrov wê serperiştiya wî kongirî bike û biryar e têde pêkanîna komîteyeke taybet bi rastkirina destûra Sûryê bê gotûbêjkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin