Kongreya Piştgirên PAKê  li Ewrûpayê li Berlînê li dar ket

Kongreya Piştgirên PAKê li Ewrûpayê li Berlînê li dar ket

Kongreya piştgirên PAKê li Ewrûpayê, li Berlîn rojên 27-28.01.2018an de li dar ket. Ji gelek welatên Ewrûpayê piştgirên PAKê beşdarî kongreyê bûn.

A+A-

kongreya-ewrûpa.3.jpgKongreya piştgirên PAKê li  Ewrûpayê, li Berlîn a bajarê Almanyayê, di rojên 27-28.01.2018an de li dar ket.

Ji gelek welatên  Ewrûpayê  piştgirên PAKê beşdarî kongreyê bûn.

Serokê Giştî  yê PAKê Mustafa Özçelik, endamên Komîteya Birêvebirîya Navendî ya PAKê Feyaz Ekmen, Kasım Ergün, Mehmet Gül jî ji welêt hatin û  beşdarî  kongreyê bûn.

Adnan Axacan, Selma Akar, Mahmûd Lewendî  weke Dîwan Kongre  birêvebirin.

Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê bû.

Li ser navê Komîteya Ewrûpayê ya PAKê Nimet Mumtaz Aydın axaftina destpêkê  kir.

Serokê Giştî  yê PAKê Mustafa Özçelik, di derbarê rewşa giştî ya PAKê, ya  her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê axaftinek kir.

Kongreya piştgirên PAKê li  Ewrûpayê, di du rojan de rewşa sîyasî ya Kurdistanê, xebatên PAK'ê yên li Ewrûpayê nirxand. Destûra Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê hate qebûlkirin. Herweha Kongreyê Meclîsa Rêxistina Piştgirên  PAKê li Ewrûpayê  hilbijart.

Kongreya piştgirên PAKê li  Ewrûpayê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Efrînê protesto dike.

 

Kongreya piştgirên PAKê li  Ewrûpayê  bangî Dewleta Tirkîyeyê dike: Dewleta Tirkîyeyê divê dest  ji vê sîyaseta dijminane ya li himberî miletê Kurd berde û êrîşa li ser Efrînê demildest rawestîne.

kongreya-ewrûpa3-001.jpg

Kongreya piştgirên PAKê li  Ewrûpayê  bangî Amerîka, Rûsya û dewletên Ewrûpayê, bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û NATOyê  dike, da ku rê nedinê miletê Kurd di bin lingên dagirkeran de bipelçiqe. Miletê Kurd û gelê Kurdistanê  li himberî  DAÎŞ a hov hevalbend û dostên welatên Ewrûpa, Amerîka û Rûsyayê bû. Divê hun bizanibin ku dostên we yê serekê yê li Rojhilata Navîn miletê Kurd e, gelê Kurdistanê ye.

Kongreya piştgirên PAKê li  Ewrûpayê dibêje hemû Kurdên cîhanê divê bi yekdengî li dijî van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên dagirkerane yên li ser Efrînê rawestin.

Kongreya piştgirên PAKê li  Ewrûpayê  li hemû destkeftîyên li her çar perçeyên Kurdistanê derdikeve û piştgirîya xwe ji îradeya serxwebûnê ya meşrû û demokratîk ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê beyan dike. Li Rojavayê Kurdistanê bangî tifaqa hemû partîyen Kurdan dike da ku îdareyeke hevbeş pêk bînin. Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê ku çi bigre heroj çend Kurdistanî îdam dike, destpêka serkeftinê tifaqa partîyen netewî, Kurdistanî ne.

Kongreya piştgirên PAKê li  Ewrûpayê li Bakurê Kurdistanê daxwaza hevkarî û tifaqên netewî û demokratîk dike.

Kongreya piştgirên PAKê li  Ewrûpayê  ji bo pêşde birin û xurt kirina PAKê biryarên guncaw wergirt û bangî hemû endam û alîgir û piştgirên PAKê dike da ku hişmendîya netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî ya PAKê geştir û berfirehtir bikin.

Kongreya piştgirên PAKê li  Ewrûpayê  bi şîara 'Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê'' bi serkeftî bi dawî hat.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin