Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Kongreya PAKê di bin sîya xemgîniya êrîşên Efrînê de kom bû

A+A-

Kongreya Piştgirên PAKê li Ewrûpayê di bin sîya xemgîniya êrîşên Efrînê de kom bû

Kongreya Piştgirên PAKê li Ewrûpayê, di rojên 27-28.01.2018an de li bajarê Berlîn a Elmanyayê li dar ket.

Êrîşa Efrinê pêk nehata, bandor, beşdarî û hiqûqa vê kongreyê ewê di rojeva siyaseta bakurê Kurdistanê de cihekî zêdetir û layiqî keda xwe ya sê salan bigirta.

PAK di rewşeke ku imkanên xebata legal û demokratik hêsantir û firehtir bûn hate damezrandin. Dewran hat guhertin, vê gavê rewşa awarte heye, lê PAK hîn jî li ser wê xeta xwe ye. Ji ruh û felsefa xwe ya damezrandinê tu tawîz nedaye. Li hemberî hemû astengî û zextên dewletê, di têkoşîna xwe ya sivîl, meşrû û demokratîk de bi israr e.

Di Kongreya Piştgirên PAKê li Ewrûpayê careke din derket holê ku PAK pêşengtîya kultur û modeleke nû dike.

PAKê ferqek nû anî siyaseta bakûrê Kurdistanê!

Di sohbet û danûstendina Kongreya Berlinê jî derket holê ku PAK bûye sîwaneke Kurdistanî!

Ji ser kongreyê hefteyek derbas bû.

Dagirkirina Efrînê bû sedem ku ji beşdarên Kongreyê kes behsa dewlemendiya Kongreya Piştgirên PAKê li Ewrûpayê nekir.

Îşev ji dilê min hat ezê bi çend rêzan behsa Kongreyê bikim.

Ji roja ku hatiye damezrandin heta niha ji alî vejandina hişmendiya neteweyî û belavkirina fikrên Kurdistanî PAK modelek nûjen e.

PAKê di nav sê salan de, di xebata xwe ya siyasî de da îspat kir ku deskeftiyek û xemgîniyeke li her perçeyekî Kurdistanê wek deskeftî û xemgîniya xwe dibîne.

PAK partiyeke ku ji xwe bêtir qîmet û hêjayîyekê dide berjewendiyên neteweyî.

Di felsefeya PAKê de partî îro heye, sibê tune ye; lê doza kurd û Kurdistanê her heye.

Di salona Kongreya Piştgirên PAKê li Ewrûpayê de, di qûlîsan de derdiket hole ku wek Kerkukê, êrîşa Efrînê jî ji bo beşdarên Kongreyê êşek bû.

Ji bo Kongreya Piştgirên PAK li Ewrupayê serokê partiya me rêzdar Mustafa Özçelik û endamên komîteya rêvebir rêzdaran Mehmet Gül, Kasım Ergün û Feyaz Ekmen jî hatibûn Elmanyayê.

Weke heyetekê me Nûneriya Hikûmeta Kurdistanê ziyaret kir. Di hevdîtina me ya li gel Rêzdar Dilşad Barzanî ev gotina wî “rewşa me vê gavê ji her demî baştir e” pir balkeş bû û kêfa mirovan danî!

Gelên Kurdistanê û temsîldarên wan li hemberî dewletên dagîrker destana têkoşîneke nûjen dinivîsînin, fêrî siyasetê û diplomasiyê bûne.

Kongreya Piştgirên PAKê li Ewrûpayê bi beşdarî, bi gengeşî û bi perspektîfên xwe gelek dewlemend bû.

Piştgirên ji Swêdê, ji Almanyayê, ji Norwecê, ji Danimarkayê, ji Fransayê, ji Holandayê û ji welatên din yên Ewrûpayê ji bo hiqûqa navxweyî, ji bo pirsgirêk û daxwaziya kurdên li diasporayê, ji bo piştgiriya hevalên xwe yên li nava welat, ji bo karên diplomasiyê, ji bo xurtkirina xabata xort û jinan, ji bo bername û destûrek ku bibe manifestoya xebatê, gengeşiyên hêja li dar xistin.

Dîwana Kongreyê ya ku ji Selma Akar xanê, ji rêzdaran Adnan Axacan û Mahmûd Lewendî pêk dihat, bi rêvebiriyeka rêk û pêk, bi midaxaleyên xwe yên di cîh de rengek dan kongreyê.

Axeftina rêzdar Evdirahmanê Gundikî û rêzdar Baran Hemze pir balkeş bûn. Herdû axeftinan jî destnîşan dikir ku di nav sê salan de PAK bûye navnîşana kesên netew hez. Ji encamên herdû axeftinan tiştê ku derdiket hole ew bû ku PAK xwedî felsefeyeke neteweyî, demokratik û azadîxwaz e. Piştî van axaftinan mirov bi rehetî dibîne ku ji bo çi xeta PAKê di nav civatê û din av kadroyên ku ji tradîsyonên cuda cuda tên de qebûlbar e…

PAK partîya hemû kadro, grûp û dor û berên azadîxwaz, netewî, demokrat, Kurdistanî yên mafê carenûsiyê diparêzin e.

PAK berdewamîya têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ye

PAK mezin difikire!

Ji bo xurt buyîna mixalefeteke milî PAK amadeye hemû fedekariyan bike.

Gotina kek Baran Hemze ya ku digot ”ez amade me ji bo vê felsefeyê wek neferekî bixebitim”, mizgînîya geşbûna di rojên peş de bû.

PAK, qîmetê dide însanan.

Dilê PAKê do çiqas ji bo Kerkûkê dişewîtî, iro jî ji bo Efrînê dişewite.

Do çawa li hemberî xeletîyên xendekan derdiket, iro jî di navenda siyaseta wê de têkoşîna meşrû,sivîl û demokratik heye.

PAK dengê gel e, dengê bêdengan e ku bi milyonan e.

PAK hêvî ye!

PAKê li Berlînê karekî hêja û pîroz li dar xist. Ji bo piştgirên PAK Ewrûpayê hiqûqek avakir. Di avakirina vê hiqûqê û bernameyê de keda kek Abid Gürses û bi gengeşî û pêşniyarên xwe yên avakar yên kek Vildan Tanrıkulu zêde bû.

PAK êdi bûye navnîşana Kurd û Kurdistanîyên ku dibejin ‘’Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’.

Divê em bi hêza ku vê Kongreyê daye me, xebatên xwe li temama Ewrûpayê jî, li welat jî hîn geştir, berfirehtir, biorganîzetir û girseyîtir bikin.

Kurdistanîyên azadîxwaz, netewî û demokrat; werin em bi hev re vê mala Kurd û Kurdistanîyan hîn xurtir bikin.

03.02.2018

 

Önceki ve Sonraki Yazılar