Kongreya PAKê di bin dorpêça Polisan de hat lidarxistin!

Kongreya PAKê di bin dorpêça Polisan de hat lidarxistin!

PAKê di rojên 21-22.10.2017an li Enqereyê, Kongreya xwe ya Yekemîn a Asayî li dar xist.

A+A-

10[3637].jpg12[3635].jpg24[3632].jpgPAKê Li Enqereyê Kongreya xwe ya Yekemîn a Asayî li dar xist

PAKê di rojên 21-22.10.2017an li Enqereyê, Kongreya xwe ya Yekemîn a Asayî li dar xist.

Li gorî Qanûna Partîyan ya li Tirkîyeyê, her partî, mecbûre ku Kongreya xwe ya Giştî li Enqereye li dar bixe. Lê PAKê xwest ewil Komxebatekê li Amedê li dar bixe û ev Komxebata hate li dar xistin.

Ev Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê ya ku li Enqereyê hate li dar xistin, berdewamîya Komxebata PAKê ya li Amedê bû.

Kongre bi sirûda netewî ‘’Ey reqîb’’ê , di bin Ala Kurdistanê de bi rêzgitina şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Zimanê Kongreyê Kurdî bû.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê, bi beşdarîya nûnerên Komîsyona Hilbijartinê ya Dewleta Tirkîyê, bi awayekî resmî hate li dar xistin.

Cîhê balê bû ku, li dora Hola Kongreyê ji delegeyên PAKê zêdetir, polisên Dewleta Tirkîyê hebûn.

Di Kongreyê de Mustafa Özçelik bi yekdengî, careke din weke Serokê Giştî yê PAKê hate hilbijartin.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê, bi rojeva ku berê hatibû amade kirin û bi beşdarîya piranîya delegeyên damezranêr hate li dar xistin.Kongreyê 2 rojan berdewam kir.Di roja yekemîn de li gorî prosedura yasayî Serokê Giştî û Meclîsa partîyê hatin hilbijarttin.Di roja duyemîn de jî, rewş û pêwîstîyên PAKê yên sîyasî, aborî, îdarî û yên din û herweha sîyaseta nû ya PAKê bi berfirehî hate gengeşe kirin.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê bi berfirehî li ser rewşa sîyasî ya her çar perçeyên Kurdistanê û li ser xebatên PAKê rawestîyan û gelek biryarên girîng sitendin.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê bi yekdengî û bêyî qeyd û şerd , piştgirî û xwedîlêderketina xwe ya li îradeya serxwebûna Başûrê Kurdistanê , weke biryar , dîyar kir.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê , êrîşa li ser Kerkûkê û ya li ser navçeyên din yên daxilî madeya 140î hatine kirin,weke êrîş û binpê kirina îradeya serxwebûna gelê me dibîne.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê di wê bawerîyê de ye ku, dagirkirina Kerkûkê, , bi plana Îran û Iraqê û di encama zeaf, ixanet û xeletîyên navxweyî hatîye li dar xistin.Dewleta Tirkîyê jî bi gotin û helwest û kiryarên xwe rê ji vê dagirkirinê re xweş kirîye.Kongreyê ev êrîş û dagirkirina rûreş kir.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê di derbarê dagirkirina Kerkûkê de balê dikşîne ser wê yekê ku bêdengîya Emerîka û hinek dewletên cîhanê jî rê ji vê dagirkirinê re xweş kirîye.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê, bangî hemû gelên cîhanê dike ku piştgirîya gelê me yê Başûrê Kurdistanê bike. Herweha Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê bangî dewletên cîhanê jî dike ku nebin piştgirê Bexda û Îranê û rêzê li îradeya meşrû ya di referandûma serxwebûnê ya di 25ê Îlona 2017an de derketîye holê bikin.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê dibêje, Kerkûk Dilê Kurdistanê ye û îradeya meşrû û demokratîk ya referandûma serxwebûnê tu kes dê nikaribe tune bihesibîne, tu kes dê nikaribe vê îradeyê bişkîne.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê di wê bawerîyê de ye ku,Kerkûk û her bihosteke axa Kurdistanê miheqaq ji destê dagirkeran dê bê rizgar kirin û dê di demeke herî minasib de serxwebûn bê îlan kirin.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê bangî hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê dike ku rêzê li encamên referandûma serxwebûnê bigirin, xwedî lê derkevin û bi yekrêzî li destkeftîyên heyî xwedî derkevin.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê, ji bo piştgirî u xwedî lêderketina deskeftin û îradeya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, bernameya xebatê danî ber xwe û pêwîstî pê dît ku li gel hêz û partîyên sîyasî yên Bakurê Kurdistanê xebateke hevbeş bê hûnandin.

Kongreya Yekemîn a Asayî ya PAKê biryar, perspektîf û helwestên xwe dê di rojên pêş de bi daxuyanîya Encamnameya Kongreyê li raya giştî belav bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum