Kongreya Amerîkayê komkujîya Ermenîyan weke cînosayd pejirand

Kongreya Amerîkayê komkujîya Ermenîyan weke cînosayd pejirand

Kongreya Amerîkayê komkujîya Ermenîyan weke cînosayd pejirand.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kongreya  Amerîkayê, bi şêweyekî fermî îtîraf bi cînosayda Ermenîyan kir ku di heyama şerê cîhanê yê yekem de ji alîyê Împaratorîya Osmanî ve hatibû encamdan.

Rob Menendez, endamê Komîteya Peywendîyên Derve ya Encûmen Pîran a Amerîkayê ragihand, “Me deng bi cînosayda Ermenîyan da û ev jî karekî rast e ku Encûmena Pîran a Amerîkayê kir û wateya vî karî ew e ku li ser rêya rast a dîrokî diçe.”

Ted Cruz, senatorê Teksasê jî, derbarê dengdanê de got, “ev sêyem hefte ye, li ser hev ku em dixwazin deng li ser vê projeyasayê bidin. Spasdar im ku îro me serkevtinek bidest xist.”

Ev pêngava Encûmena Pîran a Amerîkayê di demekêde ye ku roja Çarşemê jî Komîteya Peywendîyên Derve li Encûman Pîran a Amerîkayê, deng da bo sepandina siza bi ser Tirkîyê de, ev jî li beramber êrişa Tirkîyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û kirîna sîstema moşekî ya S-400 a Rûsî ji alîyê wî welatî ve.

Dawîya Cotmehê, Encûmena Nûneran a Amerîkayê bi piranîya dengan komelkujîya Ermenîyan, weke cînosayd nasandibû.

Her çend e, îdareya Trump, li gel Tirkîyê xwedî peywendîyên asayî ye, lêbelê hejmareke zêde ji endamên Kongresê, li hember sîyaset û kiryarên Tirkîyê hêrs û nerazî ne, taybet jî di mijarên êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê û kirîna sîstema berevanîyê ya S-400 a Rûsî.

Proseya komelkujîya Ermenîyan sala ji 1915an heta 1923an ji alîyê Împaratorîya Osmanî ve hat encamdan û tê de, 1 milyon û nîv xelkê Ermenî hatin kuştin.

Heta niha 39 hikûmet û parlamentoyan komkujîya Ermenîyan weke, ‘cînosayd’ nasandîye û girîngtirîn nasandin jî ji alîyê Yekitîya Ewropayê (YE) ve bû ku wê pêngavê pirsgirêkeke mezin a dîplomasî di navbera Tirkîyê û YEyê de pêk anîbû.

Hejmareke rêxistinên navdewletî yên weke; Netewên Yekgirtî (NY), Parlamentoya Ewropayê (PE), Encûmena Ewropa, Encûmena Kenîseyên Cîhanê û Rêxistina Mafên Mirovan, komelkujîya Ermenîyan a ji alîyê Osmanîyan ve weke, ‘cînosayd’ nasandine.

Li ser asta kesayetî jî, sala 2007an 35 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtibûn, li gel hev yadaştnameyek îmze kiribûn û komelkujîya Ermenîyan weke 'cînosayd' nasandibûn.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin