Kongreya Amerîkayê biryara vekişînê red kir

Kongreya Amerîkayê biryara vekişînê red kir

Kongreya Amerîkayê pojeyasaya li dijî biryara serokê wî welatî Donald Trump a di derbarê vekişîna leşkerî ya ji Sûriyê û Efxanistanê pesend kir.

A+A-

Di dengdanê de li hember 23 dengên na, bi 68 dengên erê projeyasa hate pesendkirin. Piştî pesendkirina wê projeyasayê ji aliyê kongreyê ve, ji bo ku ev projeyasa bê pêkanîn, pêwîst e ji aliyê Encûmena Nûneran ve jî bê pesendkirin û paşê ji alî Serokê Amerîkayê Donald Trump ve bê îmzekirin.

 

Li aliyekî projeyasaya li dijî biryara Donald Trump hat pesendkirin, lê li aliyekê din nûnerên her du partiyên Encûmena Nûneran a jêrbaskê Kongreya Amerîkayê, ji bo kêmkirina fonên aborî yên li Sûriyeyê projeyasayeke din pêşkêş kirin.

 

Li gor kongreyê DAIŞ û El-Qaîde weke hêz hê jî hebûna xwe didomînin û eger Amerîka leşkerên xwe ji Sûriye û Efxanistanê vekişîne, egera wê yekê heye ku ev her dû rêxistin ji nû ve bihêz bibin.

 

Herwiha konfreya Amerîkayê daye xuyakirin, ku vekişîna hêzên wî welatî ji Sûriyê û Efxanistanê dibe sedem ku ji ber dubare rêxistina grûpên weke El-Qaîde û DAIŞê seqamgîriya navçeyê zêdetir têk biçe û hişyariya wê yekê daye, ku di nebûna hêzên Amerîkayê de valahî çê bibe, ku renge ew valahî ji aliyê Rûsya û Îranê ve were tijekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin