Kongresa Amerîkî Piştî Êrîşa Îro Careke Din Civîya ku Seroktîya Biden Erê Bike

Kongresa Amerîkî Piştî Êrîşa Îro Careke Din Civîya ku Seroktîya Biden Erê Bike

.

A+A-

Endamên du civatên Kongresa Amerîkî, piştî ku alîgirên Serok Donald Trump avêtin ser avahîya Kongresê, îşev careke din kom bûn biryara Desteya Hilbijeran ya hilbijartina Joe Biden wek serokê nû erê bikin.

Di bûyerên îro de girseyên hêrsbûyê derî û şibakeyên Kongresê şikandibûn û bi dara zorê ketibûn hindurê Kongresê.

Di encama tundîyê de jinek jîyana xwe ji dest dabû û Cîgirê Serok Pence û endamên Kongresê ji cîhên ewletir re hatibûn veguhastin.

Alîgirên Trump ku vê sibê jibo protestokirina encamên hilbijartinê seroktîyê hatibûn Washingtonê xwest ku prosesa jimartina dengên Desteya Hilbijeran (Electoral College) û erêkirina biryara wan ya hilbijrtina Biden ya wek serok asteng bikin.

Serok Donald Trump îdia kiribû ku di hilbijartinê de sextekarî hatiye kirin loma ji qanûndaneran xwestibû ku biryara Desteya Hilbijeran pûç bikin.

Du civatên Kongresê - Civata Nûneran û Civata Senatoran – li ber e di rûniştina hevbeş de belgeyên morkirî yên ji 50 eyaletên Amerîkî bixwînin ku tê de tomarên dengên Desteyên Hilbijêran hene.

Li gor sîstema Amerîka, hilbijêr dengê xwe jibo hilbijartina delegeyên Desteya Hilbijêran bi kar tînin û ew jî piştî hilbijartinê gîştî dicivin û bi dengdanekê serokê nû dîyar dikin.

Biden 306 dengên Desteya Hilbijêran biribûn û Trump jî 232 deng bi dest xistibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin