Kongrêsa Amerîkayê derbarê Trump de biryara xwe: Dê lêpirsîn bê kirin

Kongrêsa Amerîkayê derbarê Trump de biryara xwe: Dê lêpirsîn bê kirin

Kongrêsa Amerîkayê bi piranîya dengan lêpirsîna bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re pesend kir. Li hember vê biryara Kongrêsê, Donald Trump bertek nîşan da û ragihand, Kongrêsê xwekujîya sîyasî kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî hewlên zêde û demeke dûr û dirêj û encamdana lêkolînan, Kongrêsa Amerîkayê bi piranîya dengan biryar da, ku ji ber xirab bikaranîna destjilatê û rêgirtin ji encamdana lêkolînên Kongrêsê, lêpirsînê bi Donald Trump re bike.

Di civîna Kongrêsê de, derbarê tohmeta xirab bikaranîna destjilatê de 230 endaman bi dengê Erê piştgirî dan lêpirsînê û 197 enaman jî ew yek red kirin.

Herwiha di bareya tohmeta rêgirtin ji encamdana lêkolînên Kongrêsê bi rêya çêkirina astengan, 229 endamên Kongrêsê bi dengê Erê piştevanî li lêpirsîna bi Trump re kirin û 198 kesan jî dengê Na bi kar anîn.

Bi pesendkirina vê biryarê li Kongrêsê, divê Donald Trump li Encûmena Pîran ango Senatoyê lêpirsîn pê re bê kirin.

Biryar e meha bihê Trump li Senatoyê amade bibe, lê belê hin parlamenterên Demokratan ragihandine, ku ew dê şandina biryara lêpirsîna bi Trump re derengtir bişînin Senatoyêê.

Hejmarek ji nûnerên Demokratan ji wê yekê dilgiran in, Senato ku piranîya kursîyên wê di destê Komarîyan de ye, lêpirsîneke bilez derbarê Trump de bikin û rê nedin lêkolînên derbarê wî de di lêpirsînê de cih bigrin, yan jî şahid di civîna lêpirsînê de amade bibin.

Ji ber Komarî di Senatoyê de piranî ne, zehmet e ku Trump ji kar bê dûrxistin.

Demokrat dibêjin, ewa ku Trump kirîye û dike, xelet e û ji ber hindê divê rê neyê dayîn Amerîka li ser vê rê û sîyasetê berdewam be.

Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê, Nancy Pelosî jî ragihandîye: “Trump metirsîyeke mezin e bo ser asayişa niştimanî ya me û destûra welat binpê kirîye. Demokratan jî ti bijardeyek li ber nîne jibilî lêpirsînê de.”

Endamekî Demokrat li Kongrêsa Amerîkayê, Camî Raskîn, Trump bi êrişkirina berdewam li  ser demokrasîya wî welatî û herwiha ‘firotina destûr, sîyaseta derve, asayişa niştimanî û demokrasîyê’ tohmetbar kirîye û gotîyr, divê êdî rê bi Turmp neyê dayîn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin