Konferansa navnetewî: Kurdistan 2003 – 2017 ji Federalîzmê ber bi Serxwebûnê?

Konferansa navnetewî: Kurdistan 2003 – 2017 ji Federalîzmê ber bi Serxwebûnê?

Konferansa ku bi hevkariya Enstîtuya kurdî ya Parîsê û Zanîngeha Soran li Parîsê pêk bê

A+A-

Konferansa ku bi hevkariya Enstîtuya kurdî ya Parîsê û Zanîngeha Soran, dê di 22yê hezîrana 2017an de, li Qesra Luxembourgê – Hola Clemenceau pêk bê, wê saet ji 10ê sibê heta 18,30ê êvarî dom bike û weke ji bernameya wê jî diyar e, dê gelek akademîsyen, siyasetmedar û rewșenbîr tê de gotarên xwe pêșkêș bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Konferansê Enstîtuya kurdî ya Parîsê roleke girîng di rojeva siyasî ya Kurdistanê de dilîzin. Weke mînak Konferansa 1989ê, Kurdên Bakur di qada legal de jî ji hêzên siyasî yên Tirk cihê kirin û ji wê demê virde Kurdan partiyên xwe bi xwe ava kirin. Her wiha di Konferansa 2003yê de jî di serî de Kek Mesûd û Mam Celal Kurdên Bașûr anîn cem hev û rê li ber Federasyonê xweș kir. Hêvî heye ku ev konferans jî rê li ber Serxwebûna Bașûrê Kurdistanê veke.

Cîh û navnîșan:

Palais du Luxembourg - Salle Clemenceau

15ter, rue de Vaugirard,75006 Paris

 

Bername:

9,10 - 9,50 : Pêrgîniya mêvan

10,00 – 10,15 : Pêșkêșkirina Konferansê

Kendal NEZAN, serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê

Nahro ZAGROS, cîgirê-serekê Zanîngeha Soran

 

10,15 – 11,30 – rûniștin 1em:

Ji hindur ve dîtina Kurdistanê

Birêveber: Hamit BOZARSLAN, profesor li EHESSê (Xwendegeha Bilind a Zanistên Civatî)

Dr. Gazanag BRADOSTI, ji Zanîngeha Soranê

Çima îro dema Kurdistana serbixwe ye?

Dr. Ibrahim MALAZADA, ji Zanîngeha Soranê

Îslamisma rêxistî û tûndrewî li herêma bașûrê Kurdistanê

Dr. Kemal Yusuf KOLO, ji Zanîngeha Soranê

Pêșeroja kêmayetiyên nijadî û ayînî li Kurdistanê: L'avenir des minorités ethniques et religieuses au Kurdistan: man an neman?

 

11,30 - 12,30 – rûniștina 2em :

Hebûneke di pêvajoya çêbûnê de

Birêveber : Dr. Kemal Yusuf KOLO, ji Zanîngeha Soranê

Dr. Michiel LEEZENBERG, ji Zanîngeha Amsterdamê

Jonathan RANDAL, Rojnamevan, peyamnêrê berê yê Washington Postê

Dr. Nehro ZAGROS, ji Zanîngeha Soranê

Pêșeroja Iraqê: bi çavekî kurdî

 

12,30 - 14h15 : Navberiya fravînê

 

14,30-16,00 – rûniștina 3yem

Zayend, ayîn û siyaseta civatî li Kurdistanê

Birêveber: Joyce BLAU, profesora rûmetê

Dr. Nazend BEGIKHANI, ji Zanîngeha Bristolê

Wekheviya zayendê (jin û mêr) di navbera reforma qanûnî, ayînî û pașverûtiya civatî de

Dr. Basma HABIB, Navenda lêkolînên li ser zayend û șidetê ya Zanîngeha Silêmaniyê

Civata sivîl û rolê Rêxistinê Ne Hikûmetî yên jinan ku li dijî șideta li jinan dibê têdikoșin

Dr Hardy MEDE, Navenda ewropî ya civatnasiyê û zanistên siyasî ya Zanîngeha Parîs a 1ê

Jinên li Parlementoyê: Mekanîzma beșdarî, çalakî û nûnerayetiyan

Dr. Nashmeel RASOOL, ji Zanîngeha Silêmaniyê

Zayend, tenduristî û astengên qanûnî

 

16,00 – 16,20 : Navberî

 

16,20-18,15 – rûniștina 4em

Kurdistan li ser sehneya herêmî û navneteweyî

Birêveber : Kendal NEZAN

Gérard CHALIAND, Geosiyasetmedar

Peter GALBRAITH, Balyozê berê yê DYAyê li Xirwatîstanê

Dr. Najmaldin KARIM, Waliyê Kirkoukê

Bernard KOUCHNER, Wezîrê Karêderve yê berê yê Fransayê

Hoshyar ZEBARI, Wezîrê Karêderve yê berê yê Iraqê

18,15-18,30 - Girtin : Kendal NEZAN û Dr. Nahro ZAGROS


Paris/Yaqûb Karademir

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin