Konferansa jenosîda Kurdên Feylî ya zanistî tê lidarxistin

Konferansa jenosîda Kurdên Feylî ya zanistî tê lidarxistin

.

A+A-

 Hat ragihandin ku bi çavdêriya Serok Barzanî û piştevaniya Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di destpêka meha Nîsana 2023yan de, li Hewlêrê konferanseke zanistî li ser jenosîda Kurdên Feylî tê lidarxistin.

Konferans bi hevbeşiya zanîngehên Selahedîn, Duhok û Soranê û bi beşdariya hejmarek pispor, akademîsyen, dîroknas, kesayetên şareza yên navdewletî yên di vî warî de, ku lêkolînên xwe yên herî dawî pêşkêş bikin, dê were sazkirin.

Roja bîranîna şehîdên Kurdên Feylî roja Sêşema 4ê Nîsana 2023yan e ku wê li Hola Se'd Ebdullah a li Hewlêrê di demjimêr 09:30 xulekan de dest pê bike û 3 rojan dewam be.

Organîzatorên konferansê bi daxuyaniyekê ragihandin, jenosîda Kurdên Feylî pêleke dirindane bû ku rejîmên Iraqê bi çendîn qonaxan li dijî Kurdên Feylî encam dan û di serdema Be'sê de jî gihîştiye lûtkeyê.

Lînkên beşdarîkirina konferansê û tomarkirina navên kesên lêkolînan pêşkeş bikin:

https://genocide.krd/registeration/

https://genocide.krd/abstract/

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin