Konferansa HDPê ‘Komara Demokratik’: Divê rêyeke nû bê dîtin

Konferansa HDPê ‘Komara Demokratik’: Divê rêyeke nû bê dîtin

.

A+A-

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê bi beşdariyeke qerebelix, bi sernavê ‘Komara Demokratik’ konferansek lidarxist û di hemû panêl û axaftinan de amaje hate pêdan ku li Tirkiye sîstem xitimî ye û divê rêyeke nû bê dîtin. Konferansa ku 2 rojan berdewam dike bi beşdariya zêdeyî 300 akademisyen, rewşenbîr, stratêj û siyasetmedaran bi rêve diçe. Herdû hevserokên partiyê di axaftinên xwe de girîngî dan yekîtiyeke berfireh bo demezrandineke nû û demokratîk ji bo Tirkiye.

Di heman demê de ku doza girtinê ber bi bi dawiyê ve diçe, hesabên bankeyê hatine blokekirin û herdû bereyên sereke jî tu eleqe pê nadin, HDP bi beşdariyeke girseyî ‘Komara Demokratîk’ dinirxîne. Li Stenbolê bi vê mebestê konferanseke bi heman sernavî hate destpêkirin ku piraniya beşdar û hema bêje temamê axaftwanan jî ji entelektuelên tirk pêk tê.

Siyasetmedar Sirri Sakik got: “Eger em bikarin hêzeke mezin derxin holê, çi tifaq Millet, çi tifaqa Cumhur an jî tifaqek din be, bêyî me tu şansê wan yê serkeftinê tune. Ji ber vê yekê em dê namzetê xwe wekî tifaqa rêya sêyemîn ku ji derveyî van tifaqan ji aliyê hemû kesên ku demokrasiyê dixwazin ve hatiye avakirin, derxînin holê û û daxwazên xwe bînin ziman.”

Nivîskar û lêkolînêr Mûrat Belge Mûrat Belge jî got: “Bi ya min HDP, ev partî nîşaneya wê yekê ye ku Kurdan rêyeke dûr û dirêj li dû xwe hiştiye û bi perspektîveke baş jî li gelek mijaran mêzekirine. Ji bo wê, tiştekî zêde nemaye ku Kurdan nekiribe. Dibe ku ew partî karibe bêhtir kurdan li dora van pîvanan li hev kom bike.”

Li navçeya Bakirkoyê bo wê konferansê bi beşdariya herdû hevserokên partiyê hejmareke zêde akademisyen, şirovekar, siyasetmedar û entelektuel li hev hatin komkirin. Herdû hevserokên partiyê jî bingeha axaftinên xwe li ser wê danîn ku ji bo avakirina komareke demokratîk bi qasî nan û avê girîng e hemû derdor li ser vê fikrê li hev bicivin. Lê hêjayî gotinê ye ku hema hemû axaftvanan amaje pê kirin ku ew komar li ser bingehên tekperestiyê hatiye avakirin û gelekî zehmet e ku demokrat bibe.

Dîplomatê berê Riza Tûrmen jî got: “Niha kes nikare bêje ku li Tirkiye demokrasî heye. Niha Tirkiye bi demokrasiyê nayê birêvebirin. Wê demê hun divê ji nû ve demokrasiyekê damezrînin. Ew dem derfeteke wiha pêşkêş dike. Divê ev derfet baş bê bikaranîn û demokrasiyeke ku li ser bingehên saxlem rûne bê damezrandin.”

HDP bi beşdariya zêdeyî 300 kesên pispor û naskirî ew konferans li darxist ku di roja ewil de tenane axaftwanê kurd Ehmet Turk bû lê axaftina wî jî bi tirkî bû. Herwiha HDP ku di bin givaş û dorpêçên giran de berev bi hilbijartinan diçe hewla wê yekê dide da bêhtir derdor û kesayetên li fikra demokrasiyê goncav li dora xwe kom bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin