Konferansa Dihokê: Serxwebûn ya îro li derî dixe ya sibê!

Konferansa Dihokê: Serxwebûn ya îro li derî dixe ya sibê!

Di 15-12-2016 li Hola Mele Mistefa Barzanî ya Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê konferansek bi navê “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” hat li darxistin.

A+A-

Di 15-12-2016 li Hola Mele Mistefa Barzanî ya Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê konferansek bi navê “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” hat li darxistin.

Di konferansê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cigirê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih, Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, civaknas Îsmaîl Beşîkçî, Belyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad, Wezîrê  Berê yê Karûbarê Derve yê Fransayê Bernard Kouchner, Wezîrê berê yê Karûbarê Derve yê Iraqê  Hosyar Zebarî û gelek berpirs û siyasetmedar jî amade ne.

Di konferansê de lêkolîn û şiroveyên zanîstî yên di derbarê serxwebûna Kurdistanê de dihên pêşkeşkirin, sedem û faktorên serxwebûnê hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî; “Di mijara parastina serweriyên xwe de Iraq serkeftî nebûye. Divê em jî mafên xwe gotûbêj bikin û çareseriyan ji pirsgirêkên xwe re peyda bikin. Divê em ligel Iraqê weke du cîranên baş bimînin. Ev rêyeke baş e ji bo çareseriyê. Çimkî di navbera me û aliyên din ên Iraqê de bawerî bi hev nemaye. Eger kurd serbixwe nebin dê bibin goriyê nakokiyên herêmî û ezmanûn di dîrokê de dubare bibin.

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî; “Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di salên 1920ê de, bi pesendkirina civata neteweyan Kurdistan hate perçekirin. Mafê gelê kurd hate desteserkrin û dizîn. Ev sed sal in pirsgirêka kurd nehatiye çareserkirin. Navê pirsgirêkê ev e.”

Beşîkçî diyar kir, ku niha li Kurdistanê sînorên ne pêwîst hene, sînorê Tirkiye û Iraqê, tirk û erban ji hev cuda dike? Nexêr, kurdan parçe dike. Ma sînorê Îran û Iraqê kî ji hev cuda dike? Ereb û farsan? Nexêr, kurdan parçe dike. Sînorê Sûriyê û herwiha yê Îran û Tirkiyê jî wiha ye.”

Îsmaîl Beşîkçî balkişande ser karesata Şingalê ya ji destê DAIŞê û destnîşan kir, “Ew gelên bê dewlet herdem rûbirûyê komkujiyan dibin.”

Wezîrê  berê yê Karûbarê derve yê Fransayê Bernard Kouchner: Ez piştgirîya serxwebûna Kurdistanê dikim; ev 50 sal in ez benda vê yekê  me, li ev rê di  Neteyên Yekbûyî de derbas dibe.

Belyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad:“Hemû kurd dixwazin bibin xwedan dewlet û gumanê ti kesan ji vê yekê nîne. Bi nêrîna min biryara serxwebûna Kurdistanê biryareke giring, giran û çarenivîsaz e. Dê ev yek bandore li hemû cîhanê bike. Divê serxwebûn bibe armanca sereke. Herwiha divê di nav kurdan de rêkeftinek hebe û paşî ligel Iraqê rêkeftinê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî:  “Îro hebûna PKKê li Şingalê ne îstiqrariyek li deverê çêdike, yek ji wan sedemên ku Şingal jî avedan nabe, hebûna PKKê li wê deverên ye û ev jî rastiyek e, çimku xelk ji pêşeroja xwe piştrast nînin, ji ber wê jî navegerin deverê. Divê PKK ji wê yekê têbigihîje û di ber xêra xelkê deverê de ji wê deverê derkevin. Divê xelkê Şingalê bi xwe biryar biidn, çawan xwe birêve bibin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin