Kompaniyên berhemanîna çekan ên Almanî qezenca xwe zêde kirin

Kompaniyên berhemanîna çekan ên Almanî qezenca xwe zêde kirin

.

A+A-

Şerê Rûsya û Ukrayna wiha kiriye ku kompaniyên Almanî yên berhemanîna çekan Rheinmetall û Heckler & Koch qezenca xwe zêde bikin.

Ji 24ê Sibatê ve ku roja destpêkirina şerê Rûsya û Ukrayna ye, pişkên kompaniyên pîşesaziya bergiriyê ên Almanî Rheinmetall û Heckler & Koch di borsayê de biqîmet bûne.

Kompaniya Rheinmetall di nava 3 mehan de qezenca xwe li gorî par 8 milyon Euro zêdetir kiriye û gihandiye 92 milyon Euroyan. Rheinmetall tank û topan berhem tîne û dahata wê ya salane milyarek û 300 milyon Euro ye.

Kompaniya Heckler & Koch jî ku çeka G3, berhem tîne bi heman rengî qezenca xwe zêde kiriye. Beriya çend salan kompaniya Heckler & Koch zirar kiribû, lê wê jî îsal qezenca xwe bi qasî ji sedî 22,2 zêde kiriye û gihandiye 77 milyon 500 hezar euro. Qezenca kompaniyê ya safî ji 3 milyon û 300 hezar Euro, derketiye 8 milyon û 100 hezar Euro.

Serokê Desteya Rêveber a Kompaniyê Jens Bodo Koch dibêje, piştî dagîrkirina Kirîmya di sala 2014an de welatên cîranên Rûsya gelek çek ji wan kirî ne.

Berpirsê Rheinmetallê Armin Papperger jî dibêje, ew çaverê dikin ku îsal dahata wan ji sedî 10 heta 15an zêde bibe, ji ber ku hikûmeta Almanya biryar daye ji bo nûjenkirina çek û cebilxaneyê 100 milyar Euro terxan bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin