Komkujiya Helebçe û karesatên li Kurdistanê

Komkujiya Helebçe û karesatên li Kurdistanê

.

A+A-

"16 Adara 1988 rejîma durunde û xwînxwar ya Iraqê bi gazên jehrewî êrîşî Helebçe kirin. Di encama vê êrişa nemirovane de zêdetir 5000 mirovan jiyana xwe ji dest dan û ji 10.000 hezaran zêdit jî birîndar bûn.

Gelek ji birîndaran paş mawekê, ji sedemê gazên jehrewî tûşî nexweşîyên din bûn û jîyana xwe ji dest dan. Her we jîngeh jî hate jehrawî kirin. Nebadên jîyanê dar, gîya û hemû ajal, ji jîngeha der û dorên Helebçe, mirin, têkçûn, hatine kuştin.

Îro paş 33 sal jenosîda Helebçe, Saddam û rejîma wî ya xwînavî gor bi gor çûn. Saddam Husên û gelek rayedarên pilebilind yên rejîmê ji ber tawanên wan yên nemirovane hatine dardakirin. Ali He-sen Almajed ku bi Eli Kimyawî dihat nasîn jî ji sêdarê xilas nebû.

Zulm û zordariya li ser kurdan ne sekiniye. Li her 4 beşên Kurdistanê, ji Meriwan, Serdeşt, Mako bigire heta Şengal, Qamişlo, Afrin, Şirnex, Amed û Dêrsim, li başur, rojhilat, rojava û bakurê Kur-distanê, mafên kurdan yên rewa têne binpêkirinê, zulm û zordariya li ser kur dan di hemû warên jiyanê de wek siyasi, abori, civakî, derûnî berdewam e.

Li hêmû Kurdistanê, kurd têne zîndanî kirin, sêdare dan, çalakvanên siyasî têne kuştin û ji navbirina, mal û mulkê kurdan ji destê wan tê standin û pêşkêşî dujminên kurdan tê kirin.

Em van komkujî û êrişên xwînavî yên mezin wek qetliamên Helebåe, Qamişlu, Roboskî ku di vê dîroka me ya nêz de hatine encam dan, bi bîr bînîn, lê em wan êrişên rojane ku li hemû Kurdistanê rûdiden jî, ji bîr nekin.

Me nekarî em pêşîye wan qetlîamên bûyî bigirîn, lê em ji niha paşve hewl bidin kû kiomkujîyên nû rûnedin. Em rê li ber kumkujiyên nû bigirîn.

Em daxwaz dikîn 16/3 dijî afirandina, bidestxistin û bikaranîna çekên kimyewî bibe rojeke navnetewî li hemû cîhanê.

Em daxwazê ji hemû dam û dezgehên mafê mirovan li cîhanê dikin ku, çavên xwe li binpêkira mafên gelê kurd yên rewa negirin û dijî êrişên rejîmên Tirkiyê, Êraqê, Iranê û Suriyê bê deng nemînin. Rêzê li mafê çarenivîsa gelê Kurd bigirin.

Bijî Kurd û Kurdistan"

DIAKURD

Daxuyaniya DIAKURê 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin