Komîteya Pêşmerge: Encam ji rapora me derketa Tirkiyê êrîş nedikir

Komîteya Pêşmerge: Encam ji rapora me derketa Tirkiyê êrîş nedikir

.

A+A-

Berpirsê Komîteya Karûbarên Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de Rizgar Şehîd Mihemed, li ser operasyona Tirkiyê ya îro 18ê Nîsanê li ser bingehên PKKê li nav axa Herêma Kurdistanê hatiye destpêkirin got, heger encam ji rapora wan a ji bo gotûbêjkirinê pêşkeş kirine derketa Tirkiyê êrîş nedikir.

Rizgar Şehîd Mihemed ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Me berê ji bo zanîna sedemên êrîşên esmanî yên Tirkiyê bi sê komîteyan serdana tevahiya navçeyên sînorî û wan cihan kir ku şer lê hene, me encama xwe bi raporekê da Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û me daxwaz kir, li ser asta bilind ligel welatan gotûbêj bê kirin û Iraq jî ser xetê be, lê mixabin encamek jê derneket, eger encama wê hebûya, îro Tirkiyê êrîş nedikir.”

Berpirsê Komîteya Karûbarên Pêşmerge da xuyakirin ku komîteya wan hefteya borî civiyaye û behsa êrîşên berê yên Tirkiyê kiriye û da zanîn: “Serokê Komîteyê got, em li ser xet in ji bo nehîştina pêwendiyan, lê mixabin êrîş berdewam e.”

Li ser operasyona nû ya Tirkiyê ya li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê Rizgar Şehîd Mihemed got: “Careke din xelkên gund dibin qurbanî û zirarê dikin. Me berê jî li gel wan qise kiriye û me dîtiye ku di encama bombardimanê de nikarin tiştekî bikin û karên xwe rawestandine.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin