Komîteya Parlamentoya Kurdistanê serdana Kerkûkê dike!

Komîteya Parlamentoya Kurdistanê serdana Kerkûkê dike!

Îro 04.07.2019ê komîteya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê serdana sînorê Kerkûkê kir û raportek derbarê rewşa navçeyên Kurdistanê de amade dikin.

A+A-

Îro 04.07.2019ê komîteya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê serdana sînorê Kerkûkê kir û raportek derbarê rewşa navçeyên Kurdistanê de amade dikin.


Endamê komîteya  navçeyên Kurdistanê Mihyedîn Hesen ragehand: ‘’Bi armanca amadekariya ji bo  nivîsandina raporteke li ser navçeyên tevahiyê Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, komîteya  me qonax bi qonax dê wan navçeyan bigere û îro em çûn Kerkûkê bi armanca nivîsandina raportekî di derbarê rewşa wan navçeyên Kurdistanê de û raporta me ji aliyê ewlehî, îdarî, siyasî û civakî de dibe.’’


Herwaha got: ‘’Biryare komîte heta navçeya Qerehencîr biçe ku Pêşmerge têde ye û serdana ofîsa parlamentoya Kurdistanê bikin li Qerehencîrê.’’


Mihyedîn Hesen got: ‘’Emê raportekî amade bikin û piştre radestî desteya serokatiya parlamentoya Kurdistanê bikin, herwaha dema em çûn Bexdayê jî raportê emê bidin  Parlamentoya Iraqê,  ji  bo çareseriya wan pirsgirêkên navçeyên Kurdistanê.’’


Biryare piştî temambûna karê wê komîteyê li sînorê Kerkûkê, serdana navçe û sînorên Xaneqîn, Mexmûr û Şingalê jî bikin û armanca wê komîteyê jî zindî kirina madeya 140 û bicîhanîna wê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin