Komîteya PAK-Swêdê ya nuh ji çar jin û ji çar mêran pêk tê

Komîteya PAK-Swêdê ya nuh ji çar jin û ji çar mêran pêk tê

PAK-Swêdê kongreya xwe ya yekem li Stockholmê pêk anî.

A+A-

PAK-Swêdê kongreya xwe ya yekem li Stockholmê pêk anî. Kongre bi sirûda neteweyî û bi rêzgirtina şehîdan destpê kir. Serokê komîteyê Nîhat Akar axaftinek kir û dû re mesaja Serokê PAKê rêzdar Mustafa Ozçelîk hat xwendin. Di mesaja xwe de got: ”ji tradîsyonên cuda, bi rengê cuda, bi hejmara jin û xortên xwe, we mînyatora PAK a di dilê me de ye li Swêdê pêk anî”

1-002.jpg

Piştî hin biryar û pêşniyarên beşdaran plana xebata sala pêş hate amadekirin. Piştî rûsipîkirina komîteya berê, komîteya nû ya PAK-Swêdê, Komîteya Rawêj û Komîteya çavdêra aborî hat hilbijartin. Ciyê kêfxweşiyê ye ku komîteya rêveber a nû ji çar jin û çar mêran pêk tê. Komîteya nû ji Ferah Uzun, Perwîn Aliş, Perîn Lewendî, Seval Mert, Bekir Uçar, Nîhat Akar, Dara Ersönmez û Serwan Tutal pêk tê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin