Komîteya Iraqî rapora şerê PKK û Tirkiyê dide Kazimî

Komîteya Iraqî rapora şerê PKK û Tirkiyê dide Kazimî

.

A+A-

 Ew komîteya parlementoya Iraqê ku bi mebesta amadekirina raporekê li ser operasyonên Tirkiyê serdana navçeyên sînorî yên parêzgeha Duhokê kiribû, sibe rapora xwe temam dike û pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike.

Endamê wê komîteyê Nasir Herkî ji Rûdawê re ragihand, ku sibe komîteya wan dicive û rapora xwe ya dawî derbarê şerê PKKê û artêşa Tirkiyê, operasyonên artêşa Tirkiyê yên di nav axa Herêma Kurdistan û Iraqê û zirarên wî şerî bo ser deverê û xelkê wê amade dike.

Nasir Herkî got: Piştî amadekirina raporê, em dê demekê ji bo civîna li gel Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê diyar bikin û rapora xwe radest bikin, daku Hikûmeta Iraqê bi ciddî bê ser xetê û rê li şer bigire û zirarlêketiyan jî qerebû bike.

Li aliyekî din, şandeke saziya CPT jî ji bo zanîna ziyanên ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyê li navçeyên sînorî yên parêzgeha Duhokê, serdana Kanî Masê û navçeyên din ên sînorî dike.

Şanda CPT ku dê serdana navçeyên sînorî biker, berî niha jî raporek amade kiribû û ragihandibû ku Tirkiyê 43 xal û binkeyên leşkerî danîne , 6 wan xalan serbazgeh in.

Piştî raporê û heya niha artêşa Tirkiyê 4 xalên din ên serbazî li nav xaka Başûrê Kurdistanê danîne.

Ev di demekê de ye ku firokeyên Tirkiyê duh otomobîlek li nava gundê Gelale li herêma Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kiribûn û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ku hêj nasnameya wan nehatiye zanîn.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyonek asmanî û bejahî li ser navçeyên Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê di nav axa Başûrê Kurdistanê de destpê kiriye ku heta niha jî ew operasyon berdewam e.

Ji ber operasyona nû ya Tirkiyê, heta niha 7 gund li sînorê nahiyeya Kanî Masê ya Duhokê hatine valakirin, nêzî 100 malbat koçber bûne, 2 kesên sivîl birîndar bûne û ziyaneke maddî ya zêde bi ber navçeyê ketiye.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin